Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê zarokeke xwarin di gewriya wî de asê mabû bi hereketa Heimlichê hat xilaskirin.
Li Dêrsimê li dibistana gundekî, birêvebirê dibistanê zarokeke biçûk ku xwarin di gewriya wî de asê ma, bi hereketa Heimlichê ji mirinê xilas kir.
Bûyer li Dibistana Seretayî ya gundê Sûreyiyê yê navçeya Çemişgezekê qewimî.
Karkerê paqijiyê, dît ku Ayşe Humaya 5 salî nikare nefes bistîne.
Karkerê paqijiyê, dema bi tirs Ayşe Huma dibir ji derve rastî birêvebirê dibistanê Oguzhan Celayîr hat.
Oguzhan Celayîr bi hereketa Heimlichê xwarinê ku di gewriya Ayşe Humayê de mabû derxist.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse