Hewlêr (Rûdaw) – Jiyana ajeldarên li zozanên çiyayê Tendûrekê yên navçeya Giyadînê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê zehmet e.
Bi hatina biharê re ajeldarên gundê Hecîxalid û gundên derdorê ajelên xwe birine zozanan.
Bi dehan malbatan konên xwe vedane û pezê xwe li zozanê xwedî dikin.
Ajeldar Faruk Dogan li ser jiyana xwe got:
“Li vê derê teknolojî nîne û em bi piranî enerjiya tavê bi kar tînin.
Zozanê me xweş û hewayê wê jî xweş e.
Zarokên me şivantiya ajelên xwe dikin. Piştre xanim pez didoşin, li vê derê tenûrê pêdixin û kar û barên xwe yên malê dikin.”
Şivan demjimêrên serê sibehê pezê xwe ji bo çêrê dibin çêrgêhên zozanê.
Nîvroj pez tê ber bêrê û jinên kedkar beşek ji şîrê wan didoşin.
Piştre berxan berdidin ber makên wan û beşa mayî ya şîr jî dibe para wan.
Ajeldar Ercan Akkoyun jî da zanîn:
“Jiyana zozanan gelekî xweş diçe. Em ajelan dibin çêrê.
Demjimêrên me yên diyarkirî hene. Em sibehê diçin û nîvroj tên û pez tê dotin.
Piştre em êvarê demjimêr derdora 6an vedigerin.
Helbet zehmetî û hêsanî jî hene lê jîngeheke xwezayî ye û em kêfa wê derdixin.”
Li zozanan 200 malbat derdora 10 hezar serî pez xwedî dikin.
Ajeldarên navçeyê her sal hefteya yekem a Gulanê pezê xwe berdidin ber biharê û heta payîza dereng li zozanan dimînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse