Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera berê ya HDPyê Sebahat Tuncelê di paneleke li Cizîrê de axivî û ji bo Abdullah Ocalan got, “Wekî ku Devlet Bahçelî gotiye, divê were Parlamentoyê û siyasetê bike.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê li Cizîrê paneleke bi navê "Aştî û Heqîqet"ê li dar xist.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Sebahat Tuncel di panelê de axivî û diyar kir ku Abdullah Ocalan bi salan li muxatabekî geriyaye.
Sebahat Tuncelê anî ziman ku pêvajoya kaotîk a li Rojhilata Navîn Tirkiyeyê ber bi tifaqa Kurd û Tirkan a nû ve dibe û got:
"Birêz Ocalan bersiv da banga ku ji aliyê dewletê ve hat kirin. Ev pêvajo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk derbasî asteke din bû.
Divê komîsyona ku li Parlamentoyê hatiye avakirin li Birêz Ocalan guhdarî bike.
Eger komîsyon nikaribe biçe Parlamentoyê, divê şert û mercên hatina Birêz Ocalan a Parlamentoyê bên amadekirin.
Kurdan tişta ku dikeve ser milê wan kiriye û dikin lê dewlet erkê xwe bi cih nayîne.
Piştgiriya ji bo rêxistineke bi ser El Qaîdeyê ve ya li dijî Kurdan a li Sûriyeyê zererê dide pêvajoya aştiyê.
Her kesê ku me li kuçeyê dibîne dipirse, 'Gelo bawerî bi dewletê dibe?'"
“Em dixwazin Tirkiyeyê bi rê ve bibin”
Sebahat Tuncelê got, “Rewşeke wekî lihevkirina bi AKPyê re ya li ser her mijarê nîne” û wiha pê de çû:
"Ne mimkin e ku em li ser her mijarê li gel îdeolojiya AKPyê li hev bikin.
Em bi paradigmayeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê nêzîkî pirsgirêkan dibin.
Ji ber vê yekê rewşa me ya ku em li ser her mijarê bi AKPyê yan jî CHPyê re bên cem hev nîne.
Loma jî Birêz Ocalan got 'rêya sêyemîn'. Li ser mijara ji holê rakirina çekan hevdîtinek heye.
Em bi xwe dixwazin bibin desthilatdar û Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Bêdengkirina çekan hemû pirsgirêkan çareser nake.
Pirsgirêkên azadî û ziman li holê ne. Birêz Ocalan rêbazên têkoşînê guhert.
Aştî dê bi me hemûyan bide qezenckirin, herî zêde dê bi jinan bide qezenckirin.
Ji bo berdewamkirina pêvajoyê tiştên ku divê dewlet bike hene.
Sere rêziknameyên yasayî pêkanîna 'mafê hêviyê' ye. Divê Birêz Ocalan azad be. Tecrîd hîn ranebûye.
Nayê fikirîn ku Birêz Ocalanê ku di navenda pêvajoyê de ye ne azad be. Ev ji bo Kurdan ne mijara nîqaşê ye.
Divê derfetên azadiyê tevî azadiya wî ya fizîkî bên avakirin û wekî ku Devlet Bahçelî gotiye, divê were Parlamentoyê û siyasetê bike.
Paradîgmaya Birêz Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê ye.”
Yuksel Genç: Ti êşên hatine kişandin pûç nebûn
Kordînatorê Navenda Lêkolînên Qada Sosyo-Polîtîk Yuksel Genç jî bi bîr xist ku ew di nav koma ku sala 1999an ji çiyê hat xwarê de bû û behsa pêvajoya piştî wê kir.
Yuksel Genç diyar kir ku di nava gel de hin fikarên derbarê pêvajoyê de hene û got:
"Heta îro tiştek pûç nebû. Ti êşên hatine kişandin pûç nebûn.
Her çend wisa xuya bike ku em kêm bi dest dixin jî, me ji sala 1993yan û vir ve bi awayekî biîstîkrar gelek tişt bi dest xistine.
Dema ku Birêz Ocalan sala 1993yan bang kir, bêyî ku şertekî deyne pêş gotibû, ‘Em dixwazin li hev bikin'.
Lê ev bang bêbersiv ma. Pişt re gelek hewldanên aştiyê çêbûn.
Di salên 1990î de bingeheke siyasî hebû ku nexwest Kurdan nas bike.
Eger wê demê hewldanên aştiyê bihatana bersivandin, ew qas mirov nedimirin.
Ew gav bi ti awayî nehat fêmkirin. Di sala 1999an de rêxistina ku serokê wê dîl hatibû girtin, gavên wêrek avêtin.
Dema em hatin, me ji leşkeran re got, ‘wateyekê bidin hatina me.’ Em hatin girtin û pêvajo nehat naskirin.
Şer bû sedema gelek êşan. Kurdan li ber xwe dan. Her ku zilm zêde bû, yê ku zilm dikir winda kir.
Îro kes nikare bêje Kurd nînin. Ev encama bedelên mezin e. Înkar di çewalan de naçe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse