Servet Turgut ê ji helîkoptêrê hatî avêtin jiyana xwe ji dest da

30-09-2020
RÛDAW
Nîşan Servet Turgut
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Servet Tutrgut ê tê gotin ku li gel Osman Şiban ên li navçeya Şaxê ya Wana Bakurê Kurdistanê ji helîkoptêrê hatin avêtin îro jiyana xwe ji dest da.

Servet Tutrgut ku li nexweşxaneyê ev 20 rojbûn di bi çavdêriya hûr a bijîşkî de dihat dermankirin, îro Çarşemê 30ê Îlona 2020an canê xwe ji dest da.

Osman Şiban ê temen 50 salî yê bavê 8 zarokan û Servet Turgut ê 55 salî ku bavê 7 zarokan e, roja 11ê Îlona 2020ê di operasyoneke serbazî ya dijî gerîlayên PKKê de li Şaxa Wanê hatibûn desteserkirin. Piştî 2 rojan derbarê wan de tiştek nedihat zanîn, derket ku li beşa çavdêriya hûr a Nexweşxaneya Perwerdê ya Wanê hatine razandin.

Osman Şiban ji nexweşxaneyê hatibû derxistin, lê piştre bo nexweşxaneyeke serbazî hat veguhestin û heman rojê bo bajarê Mêrsînê hat şandin ku malbata wî li wir e. Servet Turgut jî li beşa çavdêriya hûr çareseriyê werdigirt.

Li gor raporta pizîşkî ku derbarê rewşa tendirûstî ya wan herdu welatiyên Kurd de, roja bûyerê piştî ji helîkopterê ketine xwarê û birîndar bûne, ew herdu hemwelatî bêhiş bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Li nexweşxaneyê pişkinîna pêwîst bo wan hatiye kirin û li beşa çavdêriya hûr hatine razandin.

Nayîf Turgut ku birayê Servet Turgut e, ji Rûdawê re hûrgiliyên wê bûyerê aşkere kiribûn û gotibû Servet Turgut, “bi îşaretan ji me re got `em ji helîkopterê avêtin xwarê`.”

Wê bûyerê gelek karvedan li pey xwe anî bûn û Murat Melet, Serokê Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirov jî gotibû, “Ev ne cara yekem e, heta niha bi sedan caran îşkenceyên wiha çê bûne, lê taybetmendiyeke vê bûyerê heye, berê di nav xelkê de dihat gotin ku hinek kes ji helîkopteran tên avêtin, lê vê carê hat belgekirin.”

Li aliyê din Parêzgariya Wanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiribû û îddîa kiribû, “yek ji gumanbaran dema ku direviya ji zinar ket xwarê û birîndar bû.”

Di wê daxuyaniya Parêzgariya Wanê de hatibû aşkerekirin ku Serdozgeriya Komarî ya Wanê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Malbatên wan herdu hemwelatiyan ku di raporta pîzişkî de hatiye belgekirin rastî îşkencê hatine, serî li Komîsyona Mafê Mirov a Baroya Wanê dabûn.

Parêzerên malbatan jî bi tohmeta, “birîndarkirina enqest, bikaranîna erkê bi xirabê û îşkencê” li ser leşkerên ew hemwelatî desteser kiribûn, li Dozgeriya Komarî ya Wanê gilî tomar kiribûn.

Herwiha parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayîp Temel jî bûyera îşkencekirina hemwelatiyên Kurd biribû parlementoya Tirkiyê û li ser bûyerê pirsnameyek arasteyî Serokatiya Parlamentoyê kiribû ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bibersivîne.

Heta niha derbarê wê bûyerê de ti kes nehatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst