Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Werzişê ya Vadî-Dogayê li navçeya Payîzavayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê çalakiyeke çiyageriyê li dar xist.
Di çarçoveya çalakiyên xwe yên heftane de, tîmeke komeleyê ya ku ji 18 kesan pêk dihat berê xwe da lûtkeya Çiyayê Sûrdizê.
Tîma Komeleya Werzişê ya Vadî-Dogayê piştî meşeke zehmet a 4 demjimêran gihîşt lûtkeyê.
Serokê Komeleya Vadî-Dogayê Omer Demez li ser çalakiyê got:
“Em îro li navçeya Payîzavayê ya Wanê, ji gundê Hindistanê derketin lûtkeya Çiyayê Sûrdizê.
Bilindahiya wê 3 hezar û 146 metre ye.
Em 18 kes hatin û spasiya hemû hevalan dikim.
Ez dixwazim her kes xwezayê biparêze, eger xweza neyê parastin, dê ev bibe dawiya me, eger em biparêzin dê bibe serfiraziya me.”
Çiyager û werzişvanên ku beşdarî çalakiyê bûn, daxwaza parastina jîngehê kir.
“Xwezaya me paşeroja me ye”
Mamoste Mehmet Nurî jî wiha axivî:
“Ez mamoste me, gereke gelekî xweş bû.
Hawirdor û xwezaya me paşeroja me ye.
Em dixwazin vê xwezayê biparêzin û ti êriş nebin.”
Beşdarên çalakiyê di nav xwezayê de ji kul û xeman dûr demên xweş derbas kirin.
Çiyager Emrah Yavuz jî anî ziman:
“Em derketin serê Çiyayê Sûrdizê.
Çiyayekî xweş e, meşa wê rehet e û mirovan aciz nake.
Heval hemû jî xweş hatin. Spas ji bo hemûyan.”
Komeleya Werzişê ya Vadî-Dogayê sala 2012an hatiye avakirin û her hefte li herêmên geştyarî û xwezayî yên Bakurê Kurdistanê geştan li dar dixe û wan herêman dide nasîn.
Ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û çiyager, werzişvan û jîngehparêz beşdarî çalakiyên komeleyê dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse