Rêveberiya Xweser mazotê li cotkaran belav dike

30-10-2025
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Mazot Cotkar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser dest bi belavkirina mazota çandiniyê li ser cotkaran kir.

Cotkarên ku zeviyên xwe bi rêya bîran av didin, dê ji bo her donimekî 20 lître mazot wergirin.

Endama Komîteya Sotemeniyê ya Desteya Çandiniyê Yara Elî li ser mekanîzmaya belavkirinê agahî dan û anî ziman:

“Komîteya Sotemeniyê bi biryara Encûmena Çandinî û Aboriyê hat sazkirin.

Karê vê komîteyê dabînkirin û belavkirina mazota çandiniyê li ser cotkaran e.

Ji bo vê yekê jî çend stasyonên sotemeniyê hatine destnîşankirin.

Niha komîte kartan li cotkaran belav dike da ku mazota xwe wergirin.

Di heman demê de, komîte çavdêriya stasyonan dike da ku ti astengî ji bo cotkaran çênebin û di wextê xwe de mazotê wergirin.”

Rêveberiya Xweser her sal di vê demê de dest bi belavkirina piştgiriya sotemeniyê ya ji bo cotkaran dike da ku berhemeke baş a genim bi dest bixin û armanca stratejîk a xwetêrkirinê li herêmê pêk bînin.

Cotkar ji mekanîzmaya belavkirinê razî ne lê ji kêmbûna miqdara mazotê gazinan dikin.

“Kalîteya mazotê baş e”

Xilêf Simêhanê cotkar anî ziman:

“Mekanîzmaya belavkirinê gelekî baş e lê miqdara mazotê têrê nake.

Tiştê baş ew e ku mazot di wextê xwe de li me hat belavkirin da ku em dest bi avdanê bikin.

Em bi hêvî ne ku rewş bi hêsanî derbas bibe û miqdarên duyem û sêyem di wextê xwe de bigihêjin me.

Bi rastî kalîteya mazotê baş e û me dest bi karê xwe kiriye.”

Birêvebirî jî dibêje ku mazot li gorî rûberên destnîşankirî tê belavkirin.

Ferec Ebdullahê cotkar jî da zanîn:

“Miqdara mazotê kêm e. Tenê 2-3 caran mazotê li me belav dikin û ev yek têra me nake.

Em nikarin wekî ku tê xwestin zeviyên xwe heta dawî av bidin.

Lê bi giştî mazot baş e û di dema xwe de li me hat belavkirin.”

Li gorî Birêvebiriya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser dê nêzîkî 200 milyon lître mazot li ser zêdeyî 116 hezar cotkarên 5 kantonan were belavkirin û bihayê her lîtreyekê jî 950 lîreyên Sûrî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst