Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara vekişîna PKKyê ya ji Tirkiyeyê re, proseya çareseriyê ya ku berdewam dike gihîşt qonaxeke nû.
Rayedarên DEM Partiyê vê qonaxê wekî "qonaxa duyem" a proseyê bi nav dikin û daxwaza "Yasayên Entegrasyona Demokratîk" dikin.
Li gorî wan, ji bo gavên yasayî û qanûnî êdî ti astengî nemaye û divê demildest gav bên avêtin.
"Divê demildest yasa bên derxistin"
Parlamenterê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan li ser mijarê wiha got:
“Tiştê ku divê bê kirin, çawa ku di mînakên din ên cîhanê de jî heye, divê demildest yasa bên derxistin.
Dixwazî bêje yasayên demkî, yasayên entegrasyonê yan jî yasayên aştiyê, an jî navekî din lê bike. Divê gavên pêwîst bên avêtin da ku prose bimeşe.”
Ne diyar e ka tiştê ku aliyê Kurd û desthilata Tirkiyeyê ji vê mijarê fêm dikin yek e an na.
Lê li gorî çavdêran, bêdengkirina çekan ji bo Tirkiyeyê deriyekî nû vedike û ti pirsgirêk nînin ku bi gotûbêjan neyên çareserkirin.
Serokê Kompanyaya Lêkolînan a GENARê Îhsan Aktaş jî diyar kir:
"Wezîrê Dadê daxuyaniyeke girîng da û got ku em gelekî nêzîkî encamê ne. Ev tê wateya ku karên qanûnî jî dê dest pê bikin.
Li hêla din, eger mijarên girêdayî destûra bingehîn hebin, divê cudakariya wekî laîk-antîlaîk, Tirk-Kurd û Elewî-Sunî tê de nebe.
Divê em van meseleyên biçûk li dû xwe bihêlin û destûreke împaratoriyane ava bikin, ji xwe di rabirdûya me de jî ev heye.”
Piştgiriya ji bo proseyê zêde dibe
Partiyên din ên opozîsyonê jî eşkere dikin ku êdî dema çareserkirina pirsgirêkan bi diyalog û muzakereyan e.
Li gorî lêkolînan, piştgiriya raya giştî ji bo vê proseyê nêzîkî ji sedî 90î ye û di navbera Kurd û Tirkan de li hemberî pêkvejiyanê ti astengî nînin.
Alîkarê Serokê Partiya Saadetê Sînan Tekîn jî wiha anî zimên:
"Tirkiyeyeke bê teror têr nake, divê Tirkiyeyeke ku jiyan lê hêsan be bê avakirin.
Ji bo vê jî, di serî de dadwerî, divê li qada aborî û qadên din bingeh bê danîn.
Gavên ku ji bo vê bên avêtin ji bo me girîng in û partiya me ji bo xweşguzeranî û geşbûna welatê me çi kar hebe dê piştgiriyê bide.”
Li gorî agahiyên ji kulîsên DEM Partiyê, perwerdeya bi zimanê dayikê jî di nav de, daxwaza mafên kolektîf li ser maseyê ye û tê payîn ku di meha Mijdarê de gavên şênber bên avêtin.
Bi taybetî ji bo vegera endamên PKKyê û azadkirina girtiyên siyasî, Wezareta Dadê amadekariyan dike û tê gotin ku hem serokkomar û hem jî aliyê Kurd di nava hevahengiyê de ne da ku ew gav dereng nemînin û rê li ber îhtimalên neyînî bê girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse