Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê amarên berf û barana 12 demjimêrên borî belav kirin.
Keşnasiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku berf herî zêde li nahiyeya Helşoyê ya parêzgeha Silêmaniyê bariya ku 58 santîmetre bûye.
Li Zaxoyê jî herî zêde baran bariye ku zêdetirî 17 mîlîmetreyan bûye.
Pispor pêşbînî dikin ku sibe hewa asayî dibe û roja din dê pêleke nû ya berf û baranê Herêma Kurdistanê bigire.
Saziya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê got, "Îşev bandora vê pêlê ber bi lawazbûnê ve diçe; li navçeyên çiyayî bandora wê bi şêweyê berfbarîna qut-qut û bahozê dimîne. Sêşemê bandora wê namîne.
Em hişyariyê didin, îşev û demên sibeha sibe, pileya germê dadikeve bin sifirê.”
Pisporê Keşnasiyê Mihemed Kemal, doh ji Rûdawê re got, "Sibe hewa dê aram be lê dê hewayeke gelekî sar hebe.
Em pêşbînî dikin Çarşemê 31ê mehê bi ketina sala nû re piştî nîvê şevê pêleke din a berf û baranê Herêma Kurdistanê bigire.
Ew pêla nû heta berê sibeha înê ya sala nû berdewam bike û li beşeke qeza û nahiyeyan berf bibare, bi taybetî li navçeyên çiyayî û em pêşbînî dikin ku li beşeke din jî baran bibare."
Amarên 12 demjimêrên borî yên wan deverên ku herî zêde berf û baran lê bariyaye bi vî awayî ye:
Amarên berfbarînê
Helşo (Silêmanî): 58 santîmetre
Mêrgesor (Hewlêr): 50 santîmetre
Şêrwana Mezin (Hewlêr): 50 santîmetre
Hêro (Silêmanî): 40 santîmetre
Basnê (Silêmanî): 30 santîmetre
Barzan (Hewlêr): 30 santîmetre
Hacî Omeran (Hewlêr): 30 santîmetre
Amêdî (Dihok): 25 santîmetre
Şeqlawe (Hewlêr): 25 santîmetre
Rewandiz (Hewlêr): 22 santîmetre
Simêlan (Hewlêr): 20 santîmetre
Nazenîn (Hewlêr): 20 santîmetre
Sîdekan (Hewlêr): 20 santîmetre
Qeladizê (Silêmanî): 20 santîmetre
Pîrmam (Hewlêr): 18 santîmetre
Soran (Hewlêr): 10 santîmetre
Zaxo (Dihok): 3 santîmetre
Dihok: 1,5 santîmetre
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse