Hevalên Hamît Geylanî: ‘Evîndarê Kurd û Kurdistanê bû, cihê wî nayê tijîkirin’

31-05-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Merasîma cenazeyê Hamît Geylanî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Merasîma cenazeyê Hamît Geylanî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şemzînan Dêmanê Colemêrg Hamît Geylanî
A+ A-

Şemzînan (Rûdaw) - Cenazeyê yek ji damezrînerên HEPê, parêzer, rewşenbîr û nivîskar Hamît Geylanî li gundê Dêmanê yê Şemzînanê bi merasîmeke girseyî hat definkirin.

Hevalên Hamît Geylanî dibêjin, “Hamît evîndarê Kurd û Kurdistanê bû cihê wî nayê tijîkirin.”

 Hamît Geylanî 28ê Gulanê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê koça dawî kir û li gundê Dêmanê bi merasîmeke berfireh hate veşartin.

Di merasîmê de Hevserokên DEM Partiyê, berpirsên DEM Partî û AK Partiyê yên Şemzînan û Colemêrgê, Malbata Seyîdan ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û bi sedan kes amade bûn.

Hamît Geylanî, ji malbata Şêx Ubeydullahê Nehrî ye. Geylanî demeke dirêj e nexweş bû û tedawî dibû.

Siyasetmedar Geylanî 28ê Gulanê li Enqerê wefat kir.

Siyasetmedar û hevalên Hamît Geylanî behsa wî dikin

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Colemêrgê Abdulmuttalîp Ozbek di derbarê Geylanî de axivî û got: "Ez û Hamît Geylanî di sala 2007an de li parlamentoyê bi hev re parlementer bûn.

Xwedê wî efû bike û bi behiştê şad bike. Hamît Geylanî kesekî baş, welatparêzekî baş bû, weke kesayet û siyasetmedar mirovekî gelek baş bû."

Serokê berê yê Şaredariya Colemêrgê Huseyîn Umît jî diyar kir: "Hamît hevalekî gelekî baş bû, xwedî doz bû, wekî mamosteyekî bû, zilamekî baş bû, nivîskar û helbestvan bû. Min û xelkê me gelek sûd jê wergirtiye."

Sirgûn û vegera Dêmanê

Hamît Geylanî piştî ku di sala 1925an de bapîrê wî Seyîd Îslam tevî malbata Saadata Nehriyê hatin sirgûnkirin, di sala 1947an de li gundê Rajanê li Mirgevera Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Di sala 1951an de piştî Efuya Adnan Menderes malbata wî vegeriya gundê Dêmanê.

Hamît Geylanî di heman demê de parêzer, yek ji damezrînerên Partiya HEPê, parlementerê berê û kesayet, rewşenbîr û siyasetmedarekî diyar bû.

"Çiyayekî Kurdistanê bû"

Endamê Malbata Seyîd Teha ji Başûrê Kurdistanê Silêman Şêxdîna jî li ser Hamît Geylanî got: "Hamît Geylanî, gulek bû di nav Malbata Seyîdan de. Hamît Geylanî li pişta me Kurdan çiyayek bû, ew yek ji mezintirîn çiyayên Kurdistanê bû."

Hevalê Hamît Geylanî nivîskar û lêkoler Qahir Bateyî jî got: "Bi rastî Hamît Geylanî evîndar û dilsozê Kurd û Kurdistanê bû. Welatparêzek bû ku cihê wî nayê tijîkirin.

Welatparêziya wî ji bav û bapîrên wî dihat, wekî tê zanîn ew li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, malbata wî hatibû surgûnkirin."

Hamît Geylanî di 78 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kir. Keçek û kurekî wî hebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst