Encama Xelata Projeya Antîtobakoyê ya Rûdawê diyar bû

31-05-2025
RÛDAW
Nîşan Geylan Mihemed Tora Medyayî ya Rûdawê Projeya Anîtobakoyê ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Geylan Mihemed, 30 salî ye niştecihê gundê Lacanê yê derdora Hewlêrê ye, di encama pişka Projeya Antîtobakoyê de bû xwediyê otomobîlek nû.

Şeva Şemiyê bû şeva bextewariyê.

Îşev ji bo otomobîleke Cherry Pro 7 Pro ya sifir kîlometre pişk hat avêtin.

Ji 2,889 beşdarên serkeftî, 100 beşdaran navên xwe xistin nav pişka Projeya Antîtobakoyê û di dawiyê de Geylan Mihemed wekî serkeftiyê vê projeyê hat destnîşankirin.

Tacê jiyanê li serê serkeftiyan

Di merasîmê de hemû beşdarên serkeftî bi zarok, ciwan û pîr ve tacê jiyanê danîn serê xwe, ev jî wek rêzgirtinek ji bo serkeftina wan di devjêberdana cixareyê û hewldana ji bo jiyaneke tenduristtir nîşan dide.

Armanca projeya antîtobakoyê çi ye?

Armanca vê projeyê ew e ku hemwelatiyan teşwîq bike ku ji cixare û nargîleyê dûr bikevin.

Her wiha nifşekî dûr ji cixare û bandorên wê yên neyînî were hilberandin. Heta niha beşeke mezin ji hemwelatiyan bi rêya vê projeyê bi serkeftî dev ji cixareyê berdan û niha di tenduristiyeke baştir de dijîn.

Rûdaw di kampanyayê de pêşeng bû

Di salên 2017 heta 2020an de, Tora Medyayî ya Rûdawê wekî yekem medya li cîhanê kampanyaya antîtobakoyê bi awayekî serkeftî birêve bir.

Di wan 3 salan de nêzî 40 hezar kesî ji hemû beşên Kurdistanê û Kurdên Diyasporayê beşdarî kampanyayê bûn û dev ji titûnê berdan.

Amar çi dibêjin?

Projeyê di sala 2017an de dest pê kir.

Heta sala 2020an nêzî 40 hezar kes beşdar bûn.

Tenê di sala 2025an de nêzî 15 hezar kes beşdar bûn.

2,889 kesan bi serkeftî testên xwe derbas kirin.

100 kes navên xwe xistin nav pişkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst