Hewlêr (Rûdaw) – Her pênc partî û tevgerên Kurdistanê PAK, TDK-Tevger, PDK-Bakur, Pêlkurd û PSKê qetilkirina 7 endamên malbata Kurd a li Konyayê şermezar kirin û ragihandin: “Li himberî êrîşên nîjadperestî divê hemû Kurd helwesteke yekgirtî bigirin.”
Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger), Partiya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrata Kurdistanê -Bakur (PDK-Bakur), Pêlkurd û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyaniyeke hevbeş êrişa li dijî malbata Kurd a li Konyayê şermezar kirin.
Partî û tevgerên navborî bibîrxistin ku di şeva 12ê Gulana îsal de grûpeke ji 60 kesî pêkhatibû bi dirûşmên nijadperestî dîsa êrişî vê malbatê kiribû, lê di encamê tu kes ji wan nehatibûn cezakirin û dibêjin: “Gelek eşkere ye ku berpirsyarê esasî yên van êrîşan rêvebirên Dewleta Tirkiyê yên nuha bi xwe ne.”
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Rêvebirên dewleta Tirkiyê, bi gotin û siyaseta xwe ya nîjadperest a li dijî Kurdan rê ji van êrîşan re xweş kirine. Qetlîama vê dawiyê ya li Konyayê pêk hatiye û xurtbûna nîjadperestiya di nav civata Tirkan de jî encama vê siyasetê û ya sîstema kolonyalist e. Dewleta Tirkiyê û van çeteyên nîjadperst yên ku cesaretê ji dewletê digirin divê baş bizanibin ku miletê Kurd tu carî serê xwe li himberî qetlîamên wan netewandîye û dê nuha jî netewîne.
Em van qatilên nemirov û nîjadperest û vê hişmendî û siyaseta ku li ser dijminatiya Kurdan hahe avakirin ku rê ji van êrîşan re vedikin şermezar û protesto dikin. Em bangî Kurdên ku li bajarên metropolên Tirkiyê dijîn dikin da ku li himberî van êrîş û qetlîamên nîjadperest hêza xwe bikin yek. Em jî bi her awayî dê li gel xelkê xwe bin.”
Ew partî û tevger bangî hemû hêzên demokrat û yên li dijî nîjadperestiyê dikin da ku li himberî êrîşên nîjadperest dengê xwe bilind bikin û dibêjin: “Li himberî van êrîş û qetlîaman wazîfeya herî mezin jî dikeve ser milên hemû partî, rêxistin û grûbên Kurdan û dezgehên sivîl ên li Kurdistanê. Divê hemû alî, bi yek dengî li himberî van êrîşên nîjadperestî helwesteke zelal û yekgirtî bigirin. Em sersaxîyê ji malbata Dedeogullari û ji gelê me re dixwazin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse