SOHR: Tirkiyeyê êrişî derdora Bendava Tişrînê kir

31-08-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bendava Tişrînê HSD Komên Çekdar Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro ber destê sibê, droneke xwekuj a Tirkiyeyê li gundewarê rojhilatê Helebê êrişî derdora Bendava Tişrînê kiriye.

Hat ragihandin ku li herêmê dengekî teqîneke bihêz hatiye bihîstin lê derbarê ziyanên canî zanyarî nehatine bidestxistin.

SOHRê her wiha da zanîn ku li gundewarê rojhilatê Helebê, li eniya Dêr Hafirê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên "Artêşa Niştimanî" de pevçûnên bi çekên giran û navîn derketin.

Li aliyê din, SOHRê ragihand ku li gundewarê Hisîçayê piştî komên çekdar ên "Artêşa Niştimanî" hewl daye derbasî eniya li gundê Til Lebenê yê nêzikî bajarokê Til Temirê bibin, di navbera wan û hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de şer û pevçûn derketine.

Li gorî SOHRê di encama pevçûnan de herî kêm 2 çekdar birîndar bûne.

Ev şer û pevçûn di demekê de tên ku aloziya leşkerî li gelek eniyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe.

SOHRê da zanîn ku 29ê Tebaxê jî droneke xwekuj a Tirkiyeyê êrişî derdora eniya Syriatelê ya li nêzîkî Bendava Tişrînê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst