Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desthilata Dadê ya Urmiyeyê ragihand ku 21 girtî ji girtîgehên Tirkiyeyê hatine vegerandin û piştî temamkirina rêkarên yasayî dê hemû ji bo girtîgehên herêmên xwe bên veguhastin.
Serokê Desthilata Dadê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Nasir Etebatî ragihand:
"Di çarçoveya pevguhertina girtiyan a li gel Tirkiyeyê de, bi hevkariya Komîteya Veguhastina Girtiyan û Pasevanên Sînorî yên Makûyê 21 kes ji girtîgehên wî welatî hatin vegerandin."
Nasir Etebatî diyar kir ku ew girtî bi rêya Deriyê Sînorî yê Bazirganê yê li bajarê Makûyê yê parêzgeha Urmiyeyê ve hatine vegerandin û niha bi awayekî demkî li girtîgeha bajêr in.
Serokê Desthilata Dadê ya Urmiyeyê amaje pê kir ku piştî temambûna rêkarên yasayî dê hemû vegerin girtîgehên herêmên xwe.
Her di çarçoveya rêkeftina pevguhertina girtiyan de, destpêka îsal jî 27 kes ji girtîgehên Tirkiyeyê hatibûn vegerandin.
Balyozê Îranê yê Tirkiyeyê Mihemed Hesen Hebîbullazade doh derbarê mijarê ragihand:
"Li gorî rêkeftina di navbera me de, pêvajoya veguhastina girtiyên Îranî yên ji girtîgehên Tirkiyeyê dê bidome."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse