Geştyaran ji bo sersalê ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe da Wanê

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê wek her sal, ji bo derbaskirina sala nû ya 2024an jî bûye rawestgeheke sereke ya geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

Li hotelên Wanê yên tomarkirî û netomarkirî ku kapasîteya wan 15 hezar kes e cih nemaye û rêjeya tijîbûnê ji sedî 100 e.

Amadekariyên sersalê hatine kirin.

Xwediyê hotelê Yunus Yuksel got:

“Ne tenê ji bo hotelan, sûda hatina geştyaran ji bo esnaf û xelkê Wanê jî zêde ye. Xelkê Wanê jî mêvanperwer e û ji geştyarên Îranî hez dike.

Li Wanê em niha di vîtrînên markayên navdar de nivîsên Farisî dibînin. Dema daşikandin hebe bi heman awayî Farisî jî tê nivîsandin. Hotelên me ji bo sersalê ji sedî 100 tijî bûne.”

Bajarê Wanê ku yek ji bajarên herî xweşik ên Bakurê Kurdistanê ye, havîn û zivistanê rawestgeha geştyaran e.

Li gorî amarên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê sala 2023yan 600 hezar geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûne Wanê.

Geştyarên ji bo sersalê hatine dixwazin navendên geştyariyê yên wî bajarî bên zêdekirin da ku hejmara geştyaran zêdetir bibe.

Geştyar Xulamreza Naxiloyî anî ziman:

“Li Tirkiyeyê bajarê herî nêzîkî me Wan e. Xelkê wê gelekî hêja ye û mêvanperwer e.

Nirx li vir guncaw in. Em ji bo sersalê hatine Wanê, bi saya Xwedê dê sersaleke xweş be.”

“Divê di Gola Wanê de werzişên avê hebin”

Geştyar Reyhan Naxiloyiyê jî got:

“Em ji bo betlaneya sersalê hatin Wanê. Ez tevî malbata xwe hatim. Li gorî min Wan li gorî bajarên din ên Tirkiyeyê di warê nirx û gihiştina navenda bajêr de hêsantir e.

Pêwîstî bi wê yekê heye ku ji bo geştyaran navendên geştyariyê bên zêdekirin. Wek mînak di Gola Wanê de werzişên avê hebin dê geştyar zêdetir werin vir.”

Li gorî Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê, sala 2022yan 434 hezar geştyar ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûbûne wê parêzgehê.

Îsal ew reqem gihiştiye 600 hezarî, wate îsal zêdetirî 160 hezar bêhtir geştyar çûne.

Armanc Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê sala 2024an wê hejmarê bigihînin milyonek geştyarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst