Piştî hişyariyên Herêma Kurdistanê Şamê bi paş de gav avêt

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Roja Alaya Kurdistanê Sûriye Hewlêr Pêşangeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Krîza Alaya Kurdistanê ya di navbera Hewlêr û Şamê de çareser bû û Alaya Kurdistanê di reklamê de cih girt.

Saziya Pêşangehên Navneteweyî ya Şamê, ji bo pêşangeha ku biryar e li Hewlêrê were lidarxistin di reklama xwe de cih neda Ala Kurdistanê.

Li ser vê yekê rayedarên Herêma Kurdistanê bertekên tund nîşan dan û got, "Kî alaya me nas neke nikare li vir pêşangehê veke."

Piştî hişyariyan reklam hat jêbirin.

Saziya Giştî ya Pêşangehên Navneteweyî û Bazarên Navneteweyî ya Şamê, ji bo "Pêşangeha Berhemên Niştimanî ya Sûriyeyê" ku plan e 23-26ê Kanûna Paşîn a 2026an li Hewlêrê were lidarxistin, li ser medyaya civakî reklamk belav kir.

Lê belê di wêneyê Keleha Hewlêrê yê ku di reklamê de hat bikaranîn de tenê alayên Îraq û Sûriyeyê cih girtin û Ala Herêma Kurdistanê hat paşguhkirin.

Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir.

Di wêneyê navborî de, li ser Keleha Hewlêrê alayên Îraq û Sûriyeyê bi awayekî mezin hatibûn montajkirin lê Alaya Kurdistanê ya ku divê bi awayekî fermî hebe, bi qestî nehatibû danîn.

Piştî ku Rûdawê mijar anî rojevê, saziya Sûriyeyî neçar ma ku di saetên êvarê de wê parvekirinê ji rûpela xwe ya Facebookê jê bibe.

"Em destûrê nadin"

Piştî derketina krîzê, rayedarên Herêma Kurdistanê daxuyaniyên tund dan.

Serokê Desteya Hilberînê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî got:

"Em qet rê nadin ku di wî wêneyî de Alaya Kurdistanê nebe. Me pêwendî bi wan re danî, neçar in wî wêneyî biguherînin.

Eger nekin dê destûr ji bo beşdarbûn an lidarxistina vê pêşangehê neyê dayîn."

"Mijara me ya xeta sor e"

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî diyar kir ku ev mijar "xeta sor" e û wiha axivî:

"Em bi ti awayî qebûl nakin ku Alaya Kurdistanê tune were hesibandin. Me peyama xwe ya zelal gihand organîzatoran.

Eger hûn Alaya Kurdistanê nas dikin hûn dikarin vê pêşangehê bikin, eger hûn nas nakin ne mimkun e hûn li vir pêşangehê vekin."

Metirsiya betalkirinê heye

Parêzgariya Hewlêrê û Desteya Hilberînê hişyarî da ku eger materyalên danasînê li gorî sembolên fermî yên Herêma Kurdistanê neyên sererastkirin, dê pêşangeh bi temamî were betalkirin.

Pêşangeha ku tê plankirin di bin çavdêriya Odeyên Pîşesaziyê yên Şam û Helebê de were kirin, tê pêşbînîkirin ku 23yê Kanûna Paşîn a 2026an li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst