Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îraqê ragihand ku deriyê xwenamzedkirinê ji bo posta Serokkomariya Îraqê hatiye vekirin û daxwaz ji kesên şertên wan hene dike ku di nava 3 rojan de serlêdanê bikin.
Serokatiya Parlamentoya Îraqê di daxuyaniyekê de got,"Li ser bingeha Yasaya Jimare 8 a sala 2012an, Yasaya Rêkarên Xwenamzedkirina ji bo posta Serokkomar, em vekirina deriyê xwenamzedkirinê ji bo wê postê radigihînin."
Li gorî daxuyaniyê, kesên ku dixwazin bibin namzed, dikarin daxwaznameya nivîskî li gel CV û belgeyên fermî pêşkêşî Fermangeha Kar û Barên Yasayî ya li Koşka Konferansan a li Bexdayê bikin.
Pêşkêşkirina daxwaznameyan dê îro rojên yekşem û duşemê yanî 4 û 5ê Kanûna Paşîn a 2026an, ji demjimêr 09:00ê sibehê heta 03:00ê piştî nîvroyê dê be.
Şertên xwenamzedkirina ji bo posta Serokkomariya Îraqê wisa ne:
- Divê welatiyê Îraqê be û ji dayîk û bavekî Îraqî be.
- Temenê wî/wê ji 40 salî kêmtir nebe.
- Xwedî navûdengekî baş, ezmûna siyasî, destpak û dilsozê niştiman be.
- Herî kêm bawernameya wî ya zanîngehê hebe ku ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Îraqê ve hatibe naskirin.
- Berê sûc û tawanên wî\wê tune be, bi taybetî di tawanên rûreşiyê de.
- Nabe ku ketibe ber Yasaya Lêpirsîn û Dadperweriyê yan her rêkareke mîna wê.
Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî, rûniştina bê ya parlamentoyê diyar kir ku dê 5ê Kanûna Paşîna 2026an be.
Piştî pêvajoya hilbijartina serokkomar, serokkomarê dê namzedê fraksiyona herî mezin ji bo pêkanîna hikûmeta nû ku dê ji Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê be erkdar bike.
Posta Serokatiya Parlamentoya Îraqê mafê gelê Kurd e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse