KURDISTAN - Du cureyên pilingan nemane û gef li ser gelek ajelên din heye

03-09-2025
RÛDAW
Nîşan Piling Ajelên Kovî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku Herêma Kurdistanê cihekî çiyayî ye û xwedî çar demsalan e gelek ajelên kovî lê dijîn.

Lê ji ber nêçîra neyasayî, şer û ziwabûnê gelek ajelên kêmpeyda nemane û gef li ser hinek ajelan jî heye.

Endamê Komeleya Pilingên Bemoyê Behêz Farûq got, "Nebûna cihên parastî yên ji bo ajelan, sedema sereke ya nemana wan e."

Li Herêma Kurdistanê nêçîr bi yasayan qedexe ye û polîsên taybet ên daristan û jîngehê hene lê vê yekê gefên li ser ajelên kovî (berî) ji holê ranekirine.

Hinek ajelên kêmpeyda yên li Herêma Kurdistanê

Li Herêma Kurdistanê gelek cureyên ajelên dirinde, goştxwer û giyaxwer û balindeyên kovî hene.

Hinek ji wan kêmpeyda ne û li piraniya welatan nemane.

Li gorî Komeleya Pilingên Bemoyê, ajelên herî diyar ev in:

  • Piling
  • Keftar
  • Kurebeşk
  • Sîxur
  • Xezal
  • Pezkovî
  • Hirç
  • Rovî
  • Pilingê Zagrosê li çiyayên Zagrosê dijî û carinan li herêmên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê jî tê dîtin.

Ajalên ku nemane

Hinek ajelên kûvî yên kêmpeyda jî nemane û gef li ser hineke din heye.

Li gorî gotina Behêz Farûq ajelên ku bi temamî nemane ev in:

  • Piling
  • Çîta
  • Beranê kovî

Ajalên ku gefa nemanê li ser wan heye ev in:

  • Berazê kovî
  • Keftar
  • Kurebeşk

Li Barzan, Qeredax û Derbendîxanê herêmên parastî hene

Behêz Farûq da zanîn ku şerê Îran û Îraqê (1980 –1988) sedema sereke bû ji bo nemana hinek ji ajelan, bi taybetî beranê kovî.

Li gorî wî, ji ber çend sedeman gefa nemanê li ser hemû ajelên kovî heye:

Yekem: Nebûna herêmên parastî ji bo ajalan. Li cîhanê ji sedî 15 herêmên parastî hene lê li Kurdistanê gelekî kêmtir in. Tenê li Barzan û navçeyeke diyarkirî li Qeredax û Derbendîxanê (Çiyayê Beranan) navçeyên parastî hene.

Ajelên ku tîbûn wan kor dike

Ev çend sal in û bi taybetî îsal, bi têra xwe baran nebariye. Ev yek bûye gefeke cidî li ser ajalên kovî çimkî hinek ji wan koç dikin û beşek jî ji tîna kor dibin.

Endamê damezirîner ê Komeleya Pilingên Bemoyê Behêz Farûq got:

"Çêkirina hewzên avê li daristan û çiyayan ji bo man û jiyana wan an jî rêlibergirtina li koçkirina wan gelekî girîng e.

Çend ajalên diyarkirî hene ku tîbûn wan kor dike, yên herî diyar xezal û pezkovî ne."

Cezayê nêçîra xezalekê digihîje 10 milyon dînaran

Birêvebirê Fermangeha Hunerî ya Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Azad Nûrî derbarê ajelên kovî û bandora guherîna avhewayê li ser wan, heta radeyekê geşbîn e û dibêje, "Ajel dizanin xwe li gorî jîngehê biguncînin."

Azad Nûrî li ser cezakirina kesên ku bi neyasayî nêçîrê dikin got, ceza ji bo nêçîrvanan heye, kuştina xezaleke heta bi 10 milyon dînaran ceza heye.

Eger polîsê daristanê ajelekî bikuje heta ji kar dûrxistinê tê cezakirin.

Rêbazên taybet ên xwedîkirina ajel û balindeyên kovî

Desteya Jîngehê rêbazên taybet ji bo xwedîkirina ajel û balindeyên kovî derxistine.

Li gorî rêbazan her kesê ku ajel û balindeyên kovî ji derve tîne, divê belgeyên wan hebin ku îsbat bike ka ji ku derê anîne.

Di madeya duyem a rêbazê de behsa mercên xwedîkirina ajel û balindeyên kovî tê kirin ku ev in:

Yekem: Wergeritina destûra fermî ji fermangehên ser bi desteyê li parêzgeh û îdareyên serbixwe.

Duyem: Cihê ku ajel û balindeyên kovî jê tên kirîn eger li navxwe be, divê destûra fermî ji desteyê hebe. Eger ji derve hatibe, divê destûra fermî ya aliyên pêwendîdar ên wî welatî wergirtibe.

Sêyem: Divê hejmara ajel û balindeyan, cureyên wan, navê zanistî û navê giştî yê ajel û balindeyan di fatureya kirinê de hebe.

Çarem: Divê hejmar û dîroka destûra xwedîkirinê û mohr û îmzeya aliyê ku destûr daye li ser be.

Pêncem: Nabe bi ti awayî ajel û balindeyên kovî yên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bin.

Şeşem: Divê ew ajel û balinde bin ku di Peymannameya CITESê de rê pê hatiye dayîn, nabe ew ajel û balinde bin ku bazirganî û xwedîkirina wan qedexe ye.

Heftem: Divê ji aliyê pisporekî Birêvebirya Veterîneriyê ve çavdêriya tenduristiya ajelan were kirin û bi nivîskî fermangehên jîngehê werin agahdarkirin.

Heştem: Divê di dema zêdebûn an jî mirinê de fermangeha jîngehê ya herêmê were agahdarkirin.

Cihê xwedîkirina ajelan

Divê beriya anîna wan an jî wergirtina destûrê, cihê xwedîkirinê were amadekirin.

Ji bo ajelên kovî divê cihekî taybet û dorpêçkirî hebe.

Divê herî kêm kîlometreyekê ji sînorê şaredariyê û 500 metreyan ji rêyên sereke û sînorê gundan dûr be.

Lê ji bo balindeyên kovî divê li gorî cure û mezinahiya balindeyê cih were peydakirin.

Divê cihekî fireh û vekirî ji bo hêsankirina tevgera ajel û balindeyan hebe.

Danîna cihên taybet ji bo vexwarina avê bi awayekî ku bi hêsanî bigihîjinê û paqij be.

Peydakirina cihên taybet ji bo balinde û ajelên avis û nexweş da ku tevlihev nebin.

Divê cihê çêlikên nûbûyî jî were peydakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst