Li Bedlîsê Festîvala Berfê hat lidarxistin

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Festîvala Berfê Bedlîs Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê Festîvala 5emîn a Berfê ku ji aliyê Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê Erenê (BEU) ve hat lidarxistin, dîmenên rengîn derxistin holê.

Festîvala ku li Navenda Kaşûnê ya li Kampusa Zanîngehê hat lidarxistin, bi govendên gelêrî û pêşandana kaşûna bi meşaleyan dest pê kir.

Di festîvalê de pêşbaziyên wekî kêşana werîs û hilgirtina hêkan hatin lidarxistin.

"Bûye kevneşopî"

Birêvebirê Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê Prof. Dr. Necmettîn Elmastaş li festîvalê axivî.

Necmettîn Elmastaş diyar kir ku festîvala wan sala 2022yan dabû destpêkirin û îsal ji bo cara 5emîn li dar xistine, êdî bûye kevneşopî.

Elmastaş bal kişand ser wê yekê ku potansiyela berfê ya bajêr zêde ye û wiha domand:

"Wekî Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê ji bo nirxandina vê yekê me projeya xwe bi cih anîbû.

Festîvala me ya ku bûye kevneşopî dê bi çalakiyên curbicur bidome.

Bedlîs di warê geştiyariyê de jî bi pêş dikeve. Faktora herî mezin a bipêşketina Bedlîsê, sektora geştyariyê ye.

Em jî di geştyariya zivistanê de hewl didin ku bi şahî û çalakiyên berfê sûdê bidin geştyariya herêmê."

Piştî axaftinê, beşdaran bi xizek û alavên xwe yên kaşûnê xwe kaş kir û demeke xweş derbas kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst