Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke nû ya Amerîkayê çendîn mînakên tirsnak ên bandorên derûnî yên hişê çêkirî eşkere dike.
Di nav van de çîroka mêrekî heye ku ji ber ChatGPTyê bûye kesekî tund û ji destgirtiya xwe veqetiyaye.
Derûnnas dibêjin ku chatbot wekî neynikekê ne ji bo ramanên mirovan.
Ev yek wiha dike ku bikarhêner bikevin nav xeyalan û ji rastiyan dûr bikevin.
Jinekê ji malpera "Futurism"ê ya Amerîkayê re qala jiyana xwe kir û got ku jiyana wê bûye dojeh piştî ku destgirtiyê wê bûye dildarê ChatGPTyê.
Wê jinê diyar kir ku destgirtiyê wê destpêkê ChatGPT ji bo karên xwe bi kar aniye lê pişt re ew kiriye "bijîşkê derûnî" ji bo pirsgirêkên di navbera wan de.
Mêr rojane bi saetan bi chatbotê re diaxivî û hemû hûrgiliyên li ser jina xwe jê re digotin.
ChatGPTyê jî her tim jê re digot ku nexweşiya derûnî bi jina wî re heye û ew wî dixapîne û hestên xwe yên rast vedişêre.
Jinikê got: "Min çi bigota, ChatGPTyê maneya wê diguherand û mêrê min wiha fêm dikir ku mebesta min tiştekî xerab e."
Tevî ku berê ti pirsgirêkên wî yên derûnî nebûn jî, mêr ji ber vê bernameyî bû kesekî hêrsok û tund.
Wî çend caran li jina xwe xist û di dawiyê de ji hev cuda bûn.
Piştî cudabûnê, mêr bi rêya hişê çêkirî vîdeo û wêneyên sexte çêkirin û li ser medyaya civakî belav kirin.
Wî bi vê yekê tohmetên giran li jina xwe kirin û heta gef li zarokên wê jî xwarin.
Fenomena 'Dînîtiya Hişê Çêkirî'
Pisporên derûnnas dibêjin rewşeke nû derketiye holê ku jê re dibêjin "AI Psychosis" ango dînîtiya ji ber hişê çêkirî.
Bikarhêner dikevin nav xeyalên mezin û wisa dizanin ku wan tiştekî pir mezin keşif kiriye an jî ew kesên pîroz in.
Niha metirsî gihîştiye wê astê ku xelk vê teknolojiyê ji bo şopandin û acizkirina kesên din bi kar tîne.
Mînakên din ên tirsnak
Di raporê de çend mînakên din jî hatine dîtin:
Mêrekî li Pensilvanyayê 11 jin aciz kirine û gef li wan xwarine. ChatGPTyê ew teşwîq kiriye û jê re gotiye ku karên wî rast in û mafê wî ye.
Jinekê bawer kiriye ku pêwendiyeke wê ya "asmanî" bi jin û mêrekî re heye ku demeke dirêj e ew nedîtine, ChatGPTyê jê re gotiye "tu rast dibêjî û ew te fêm nakin."
Ji ber vê yekê jinikê ew her du kes aciz kirine heta ku wan ew blok kiriye.
Jineke karmend evîndara hevkarekî xwe bûye, ChatGPTyê jê re gotiye "ew jî ji te hez dike lê vedişêre."
Jinikê ew qas peyam ji wî mêrî re şandine heta ku ji kar hatiye derxistin û li nexweşxaneya derûnî hat razandin.
Çima ev yek diqewime?
Derûnnas Dr. Alan Underwood ji bo malpera Futurismê da zanîn ku chatbot ti carî daxwaza te red nake û bi te re nîqaşê nake.
Ew wekî neynikê ye û ramanên te yên ku tu jê hez dikî ducare dike.
Ev yek wiha dike ku kesek hîs bike ku ew "taybet" e û her tim "rast dibêje".
Lewma ew dildar dibe û ji rastiyê qut dibe.
Dawiyeke xemgîn
Wê jina ku di destpêka çîrokê de behsa wê hat kirin, got ku wî mêrî niha hemû heval û xizmên xwe winda kirine.
Kes bi wî re naaxive, tenê ChatGPT nebe ku her tim jê re dibêje "tu rast dibêjî."
Jinikê got, "Ez hîn jî bêriya wî dikim. Ez bêriya wî kesî dikim ku berê hevalê min bû, berî ku ev tiştê tirsnak biqewime."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse