Hewlêr (Rûdaw) - Amarên nû yên Japonyayê nîşan didin ku rêjeya jidayikbûnê li wî welatî daketiye asta herî nizm a dîrokî.
Ev yek krîza kêmbûna hêza kar kûrtir dike û dilgiraniyên li ser paşeroja aboriya çaremîn a herî mezin a cîhanê zêde dike.
Wezareta Tenduristiyê ya Japonyayê îro amarên destpêkê yên sala 2025an belav kirin.
Li gorî amaran, sala borî tenê 705 hezar û 809 zarok ji dayîk bûne.
Ev hejmar li gorî sala 2024an ji sedî 2,1 kêmtir e.
Ev amar zarokên welatiyên Japonyayê yên li navxwe û derveyî welêt û her wiha zarokên biyanî yên li Japonyayê dijîn li xwe digire.
Aboriya cîhanê û kêmbûna hêza kar
Japonyaya ku çaremîn aboriya herî mezin a cîhanê ye, niha yek ji wan welatan e ku asta jidayîkbûnê lê herî kêm e.
Ev daketina berdewam bûye sedema krîza kêmbûna hêza kar û zêdebûna lêçûnên çavdêriya civakî ya ji bo pîran.
Di heman demê de, hejmara kesên bacê didin kêm bûye û vê yekê jî deynên giştî yên Japonyayê zêdetir kirine ku di bingeh de di navbera welatên bpêşketî de ya herî bilind e.
"Rewşeke awarte ya bêdeng e"
Sanaye Takaichi ku yekem jin e ku di dîroka Japonyayê de posta serokwezîrtiyê wergirtiye, hefteya borî li parlamentoya welatê xwe got:
"Kêmbûna jidayîkbûnê û biçûkbûna nifûsê, rewşeke awarte ya bêdeng e ku hêdî hêdî hêza welatê me dibe."
Her çi qasî Partiya Lîberal Demokrat a bi serokatiya Takaichiyê di hilbijartinên pêşwext ên 8ê Sibatê de serkeftineke mezin bi dest xistibe jî pirsgirêka koçberan wekî pirsgirêkeke siyasî ya sereke maye.
Pispor di wê baweriyê de ne ku zêdekirina hejmara koçberan dê bibe sedema dagirtina valahiya hêza kar.
Lê belê Takaichiyê soz daye ku li hemberî koçberan tevdîrên tundtir bigire û ji bo zêdekirina zarokan zêdetir pişta xwe bi teşwîqkirina welatiyên xwe girê bide; her çend heta niha wan hewldanan serkeftineke mezin bi dest nexistiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse