Li Êlihê Fuara Gastronomiyê dest pê kir

05-11-2025
Nîşan Êlih Fuar Gastronomî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê Fuara 3yemîn a Gastronomiyê dest pê kir.

ji bo vekirina fuara merasim hat lidarxistin.

Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp di merasimê de axivî û got ku Êlih bi koça ji bajarên hawirdor ve bû bajareke mezin û gastronomiya wê jî li gor wê teşe girt.

Ekrem Canalp diyar kir ku armanca fuarê ew e ku xwarinên Êlihê li dinyayê bidin nasîn û got:

"Gastronomiya Batmanê xwarinên navdarên Amedê jî, Sêrtê jî, Mêrdînê jî, Bedlisê jî di nav xwe de dihewîne.

Em bi fuarê mitbexa Êlihê didin nasîn û di heman demê de piştevaniyê jî zêde dikin."

Di fuarê de 12 şef û 12 akademîsyen dê komxebatên cihê, performansên zindî û panelan li dar bixin.

Li fuarê130 standên xwarinên herêmî hene û fuar dê heta 16ê Çiriya Paşîn vekiribe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst