Xela rabûye, jin li mêrên bi kirê digerin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Letonya Jin Mêr Kirêkirina Mêran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Letonya, welatê Baltikê yê ku bi daristanên xwe yên çamê, stranên gelêrî û atmosfera xwe ya serdema navîn tê naskirin, niha bi pirsgirêkeke nû û sosret ketiye rojevê: Kêmbûna mêran.

Ev rewş ne zêdegaviyeke medyaya civakî yan gilî û gazina sepanên hevjîntiyê ye; welat bi awayekî cidî ketiye bin bandora kêmbûna nifûsa mêran.

Li gorî amaran, li welêt "hişkesaliya mêran" a tam heye.

Hejmara jinan ji sedî 15,5 ji ya mêran zêdetir e û ev ferq sê qatê navîniya Yekîtiya Ewropayê ye.

Di nava kesên temenmezin de ev ferq hê dramatîktir dibe; hejmara jinên ji 65 salî mezintir du qatê mêran e.

Çima mêr kêm in?

Lêkoler dibêjin ku ti sireke mezin li pişt vê bêhevsengiyê tune. Mêrên Letonyayê wekî jinan dirêj najîn.

Rêjeya cixarê di nav mêran de ji sedî 31 e lê di nav jinan de tenê ji sedî 10 e. Her wiha rêjeya qelewî û kîloyên zêde di nav mêran de bilindtir e.

Xwarina nebaş, paşguhkirina tenduristiyê û şopên şêwaza jiyanê ya serdema piştî Sovyetê bi dehan sal in bûne sedem ku mêr zû bimirin.

Li welatekî biçûk, ev yek zû bandorê dike. Kêm mêr digihîjin temenê navîn û hê kêmtir digihîjin temenê malnişîniyê.

Vê bêhevsengiyê bi bêdengî demografiya welêt guhertiye.

"Mêrên xwedî destên zêrîn"

Dema ku demograf li ser vê qeyrana tenduristiyê nîqaşan dikin, jinên Letonyayê çareseriyeke pratîk û bilez dîtiye: Eger li welêt têra xwe mêr tunebin, ew dê yekî kirê bikin.

Li seranserê Letonyayê, xizmetên "mêrê demjimêrî" gelekî populer bûne.

Kompanyayên wekî Komanda24 soza şandina "Mêrên Xwedî Destên Zêrîn" didin.

Ev pênaseya balkêş ji bo karkerên ku tên boriyên şikestî çêdikin, televizyonan li dîwaran dixin, dolaban temîr dikin an alavên malê sererast dikin tê bikaranîn.

Xizmeteke din, Remontdarbi.lv, vê têgehê hîn pêşvetir dibe û karkerên xwe bi eşkereyî wekî "mêrên kirê" dide naskirin.

Mişterî bi rêya înternetê an telefonê randevûyê distînin û di demeke kurt de mêrek tê ber derî.

Ne ji bo flortê, ne ji bo nîqaşkirina planên dawiya hefteyê, tenê ji bo ku dîwaran boyax bike yan perdeyan çêbike.

Ne evîn e, bazirganî ye

Ev konsept, rola kevneşopî ya "mêrên jêhatî" vediguherîne dan û standineke bazirganî ya sade.

Pêdivî bi pêwendiyekê, hevdîtinên bêzar yan derewan nîne; kes nakeve wê xeyalê ku kesek ji bo evînê pirtûkxaneya IKEA-yê datîne.

Li welatê ku jin bi henekî dibêjin "valahiya mêran a neteweyî" heye, ev xizmet bûye çareseriyeke pratîk ji bo valahiya demografîk.

Balkêş e ku Letonya ne tenê welatê ku vê sektora aboriya "gig"ê bi pêş dixe.

Ev raman sala 2022yan li Brîtanyayê jî belav bûbû.

Dayika sê zarokan Laura Young, kargeheke bi navê "Mêrê Min ê Jêhatî Kirê Bike" ava kiribû û mêrê xwe James ji bo karên tamîratê kirê dida.

James saetê bi 44 dolaran seramîkên serşokan çêdikir, xalî radixistin û ode boyax dikirin.

Karê wî ew qas zêde bûbû ku neçar dima hinek mişteriyan red bike.

Guhertina jiyana nav malê

Ev xizmet ji guhertineke demografîk an kirrûbirra jîr zêdetir tiştekî din nîşan didin.

Ew nûavakirin û guhertina jiyana nav malê temsîl dikin.

Karên ku berê bixweber wekî erka mêran dihatin dîtin, niha wekî siparîşkirina xwarinê yan taksiyê, bûne beşek ji bazara xizmetguzariyê ya profesyonel.

Li Letonyayê ev guhertin bersiveke rasterast e ji bo kêmbûna mêran.

Li cihên din jî, guherîna pêwendiyan, dereng zewicîn û modelên nû yên malbatan sedem in.

Beriya nifşekî, pişta xwe girêdana bi "mêrekî kirêkirî" dibe ku xerîb bihata dîtin. Lê îro, ev tenê rêbazeke bi bandor û çalak e.

Kêmbûna mêran li Letonyayê dê di demeke nêzîk de neqede.

Heta ku tenduristiya mêran bi awayekî berbiçav baş nebe, ferqa zayendî dê wekî yek ji yên herî mezin ên Ewropayê bimîne.

Lê welat jixwe xwe li gorî rewşê guncandiye. Dibe ku nikaribin mêran biafirînin lê dikarin piştrast bikin ku kesek bê û lavaboya şikestî çêbike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst