LÊKOLÎN - Bêhna tir û fisên jinan genîtir e

1 demjimêr berê
Nîşan Tir û fis Jin Mêr Genîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema we ev sernav dît dibe ku hûn şaş bûbin çimkî gelek kes dibêjin qey ji xwe ba ji ber jinan naçe (jin tir û fisan nakin), nexasim jî ku ew evîndarê jineke spehî bin lê lêkolîn tiştekî cuda dibêjin.

Li gorî lêkolînên zanistî, mirov bi navînî rojê 23 caran tir û fisan dikin lê bêhn û pixara wan cuda ye.

Zanyaran bi delîlan eşkere kir ku tir û fisên jinan ji yên mêran genîtir in lê sedemeke zanistî û sûdek li pişt vê yekê heye.

Li gorî rapora New York Postê, hîn sala 1998an Dr. Michael Levittê ku pisporê nexweşiyên rovîkan e dest bi lêkolînekê kir da ku fêm bike kîjan gaz dibin sedema wê bêhna genî.

Levitt 16 mezinên tendurist ku pirsgirêkên wan ên rovîkan tunebûn hilbijartin.

Ji beşdaran hat xwestin ku "sîstema komkirina ba (bayê tir û fisan)" bi kar bînin ku di rastiyê de lûleyeke rektal a girêdayî tûrikekî bû.

Piştî ku beşdaran fasûliyên pînto (cureyekî fasûliyan ê reşbelek e) xwarin û dermanê hêsankirina zik (mushil) standin lêkoleran gazên ku wan berdan civandin.

Analîza kîmyayî û testa bêhnkirinê

Levitt û tîma wî analîza kîmyayî li ser nimûneyan kir û her wiha "testa bêhnkirinê" pêk anî.

Du dadwer hatin erkdarkirin ku bêyî zanibin bê ma çi bêhn dikin, puanan bidin bêhna gazan (ji 0ê heta 8an).

Puana 8an wekî "gelekî acizker/bêhnnexweş/genî" hat diyarkirin.

Di encamê de derket holê ku gazên sereke yên ku dibin sedema bêhna ne xweş, pêkhateyên sulfurê ne, bi taybetî jî hîdrojena sulfîd (hydrogen sulfide) ku bêhna "hêka genî" dide.

Wêneyekî temsîlî / megaflopp – stock.adobe.com

Hîdrojena sulfîda jinan bêhtir e

Lêkolînê nîşan da ku her çend mêr qebareyeke zêdetir a gazê derdixin jî di tir û fisên jinan de rêjeya hîdrojena sulfîdê ya (ku sedema bêhnê ye) "gelekî bilindtir" e.

Dadweran jî ev yek piştrast kir û bayê jinan wekî "xwedî bêhneke girantir" pênase kir.

Lêkolîneke sala 2005an jî nîşan dabû ku mêr dema li cem xelkê bayê xwe berdidin kêmtir aciz dibin lê jin di vê mijarê de gelekî şermok in û zêdetir fedî dikin.

Mizgînî ji jinan re: Parastina li dijî Alzheimerê

Lê belê dibe ku ev rewşa "bêhngiran" ji bo jinan nûçeyeke baş be.

Her çend hîdrojena sulfîd di mîqdarên mezin de jehrî be jî dozên biçûk -wekî yên ku di bayê jinan de pir in- dibe ku hucreyên pîr ên mêjî li hemberî nexweşiya Alzheimerê biparêzin.

Hîdrojena sulfîd di laş de alîkariya pêwendiya hucreyên mêjî dike.

Lêkolîn nîşan didin ku ev pêvajo bi temen re kêm dibe û ev kêmbûn di nexweşên Alzheimerê de zelaltir e.

Berdana ba ji bo Alzheimerê baş e /Andrey Popov – stock.adobe.com

Mişkên ku bi hîdrojena sulfîd hatin dermankirin jîrtir bûn

Di lêkolîneke sala 2021ê ya Zanîngeha Johns Hopkinsê de, zanyaran li ser mişkên ku nexweşiya Alzheimerê li wan hatibû barkirin ceribandin kirin.

Mişkên ku hîdrojena sulfîd wergirtin, li gorî yên din di bîr û tevgeran de ji sedî 50 baştir bûn.

Wan mişkan deriyên derketinê baştir dianîn bîra xwe û ji aliyê fîzîkî ve çalaktir bûn.

Encam nîşan didin ku hîdrojena sulfîd dikare hinek bandorên Alzheimerê berevajî bike.

Lewma, careke din eger bêhneke giran hat zanibin ku dibe ew nîşaneya parastina mêjî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst