Appleyê iPhone 17 da nasîn: Taybetmendiyên wê çi ne?

09-09-2025
RÛDAW
Nîşan Apple iPhone 17
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şirketa Appleyê modelên nû yên iPhoneyê dan nasîn.

Appleyê tevî iPhone 17ê her wiha Watch Series 11 û AirPods Pro 3 jî pêşkêş kirin.

Di nav van hemû berheman de ya ku herî zêde bal kişand bê guman modelên nû yên iPhone 17ê bûn.

Ekran û taybetmendiyên teknîkî

iPhone 17a nû li gorî modela berê ku xwedî ekrana 6,1 înç bû, bi ekraneke OLED a 6,3 înçî tê.

Appleyê ev ekran bi rêjeya nûjenkirina adapteyî ya 120Hz ProMotion çêkiriye ku cara yekem e ev taybetmendî ji bo modeleke standard a iPhoneyê tê bikaranîn.

Bi vî awayî armanc ew e ku ezmûneke herikîna nermtir û lîstineke baştir were pêşkêşkirin.

Her wiha, ronahiya ekranê digihêje 3,000 nîtî ku ev di dîroka iPhoneyê de asta herî bilind e.

Dema taybetmendiya Always-On Displayê girtî be, rêjeya nûjenkirina ekranê heta 1Hz dadikeve û bi vî awayî ji pîlê teserûf tê kirin.

iPhone 17 hêza xwe ji çîpa A19 werdigire û li gorî nifşê berê yê A18, dê ji sedî 20 performanseke leztir nîşan bide.

Ev çîpa ku xwedî 6 navikên CPU û 5 navikên GPUyê ye dê di warê teserûfa enerjiyê de jî baştir be.

Taybetmendiyên kamerayê: Dual Fusion

Li paşiya telefonê, sîstema nû ya kamerayê ya bi navê “48 MP Dual Fusion” cih digire.

Ev sîstem, taybetmendiyên kameraya serekî û kamera telefotoyê di bin lensekê de dike yek.

Her wiha, kamera bi awayekî xwerû wêneyan bi zelaliya 24 MPyê digire û bi vî awayî qada depokirinê bi awayekî bibandortir tê bikaranîn.

Di heman demê de piştgiriya telefotoyê ya bi kalîteya optîk a 2x jî heye.

iPhone 17 her wiha bi kameraya nû ya goşefireh a fusion a 48 MPyê li gorî iPhone 16ê 4 qat zêdetir hûrgiliyan pêşkêş dike.

Yek ji nûjeniyên herî mezin di kamera pêşiyê de ye.

iPhone 17 bi kamerayeke nû ya pêşiyê ya 12 MP û bi taybetmendiya Center Stage tê.

Sensora vê kamerayê li gorî nifşê berê du qat mezintir e û bi awayekî çargoşe hatiye çêkirin.

Bi saya vê yekê, bikarhêner dikarin bêyî ku telefonê bizivirînin, rasterast di moda xwar de selfieyên bi kalîte bigirin.

Di sepana kamerayê de bi yek tikandinê guherandina di navbera modên portre û dîmenê de mimkun e.

Taybetmendiyên wekî Bişkoja Çalakiyê (Action Button), sêwirana nû ya kameraya stûnî û bişkoja nû ya Kontrola Kamerayê yên ku sala borî li modela iPhone 16ê hatibûn zêdekirin, wekî xwe ji bo iPhone 17 jî hatine veguhastin.

Bihayê iPhone 17ê

Modela iPhone 17ê bi qada depokirinê ya herî kêm 256 GB tê û bi 799 dolarên Amerîkî tê firotin.

iPhone 17a nû wekî modelekê derdikeve pêş ku Appleyê di warê sêwiranê de zêde rîsk wernegirtine lê di warê kamerayê de gaveke mezin avêtiye.

Bi taybetî taybetmendiya Center Stageya ku li kamera selfieyê hatiye zêdekirin, wekî nûjeniya herî balkêş xuya dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst