Damian Burgess pisporê qehweya Îtalî ye ku bi eslê xwe xelkê Zelandaya Nû ye, lê bi salan e li Îtalyayê dijî û li wir fêrî hemû taybetmendiyên çêkirina qehweyê bûye.
Ew niha hatiye Hewlêrê da ku ji bo ciwanan kursan veke ka ew çawa dikarin bibin hosteyên baş.
Damian di vê hevpeyvînê de behsa hunera espresoya Îtalî, cudahiyên qehweyê, dema herî baş a vexwarina qehweyê, adetên vexwarina qehweyê li Îtalyayê û her wiha nêrîna xwe ya li ser qehweya Kurdî (kizwan) dike.
Damian Burgess îdia dike ku qehweya kizwanê ne qehwe ye.
Pisporê Qehweya Îtalî Damian Burgess pirsên Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê bersviandin:
Rûdaw: Roj baş Damian.
Damian Burgess: Roj baş.
Rûdaw: Çawan î?
Damian Burgess: Gelekî baş im, spas.
Rûdaw: Gelek spas ji bo qehweyê.
Damian Burgess: Noşî can be.
Rûdaw: Yekem tişt, ji min re bibêje tu Kurdistanê çawa dibînî? Ev cara te ya yekem e tu Kurdistanê ziyaret dikî?
Damian Burgess: Na, bextê min hebû ku ez çend sal berê li vir bûm, loma ev cara min a duyem e ez ziayret dikim.
Rûdaw: Baş e, tu rewş çawa dibînî?
Damian Burgess: Rewş niha bêkêmasî ye.
Rûdaw: Bi rastî?
Damian Burgess: Belê, bêmînak e. Derfeta min çêbû ku ez gerê li cihên cuda jî bikim. Cara borî ez li Silêmaniyê bûm, vê carê ez li Dihokê bûm. Di karê xwe de ez bextewar im ku dikarim gerê bikim û cihên cuda bibînim û gelekî xweş e ku ez li vir im.
Rûdaw: Gelekî xweş e mirov karekî bike ku pêwendiya wî bi qehweyê re hebe, ne wisa?
Damian Burgess: Gelekî xweş e.
Rûdaw: Tu ji qehweyê hez dikî?
Damian Burgess: Ez heyranê (aşiqê) qehweyê me.
Rûdaw: Tu herî zêde ji kîjan cureyê qehweyê hez dikî?
Damian Burgess: Ez nikarim bersiva wê pirsê bidim ji ber ku cîhaneke gelekî cihêreng e û tijî îmkanên cuda ye. Ji qehweya Îtalî bigire heta zeviyan, derfeta min heye ku bibînim qehwe ji ku tê û çavkaniya wê li kû derê ye, loma ez gelekî bextewar im.
Rûdaw: Wê demê ez pirsên xwe ji vir dest pê dikim, tu çawa Kurdan fêrî hunera çêkirina qehweyê dikî?
Damian Burgess: Baş e, li vir me giranî daye ser qehweya Îtalî. Li kompanyaya "Trucillo"yê, giringiya me li ser hunera espresoyê ye. Lê beşeke mezin a wê ew e ku em hewl didin têgihiştinekê bidin xelkê ka qehwe çi ye. Tiştek e ku em gelekî jê vedixwin lê gelek kes nizanin ji kû derê tê û çi ye. Wekî amadekarekî qehweyê, eger têgihiştina te li ser wê hebe, ew alîkariya te dike ku vexwarinê bi şêwazekî cuda û baştir amade bikî.
Rûdaw: Taybetmendiyên bêhempa yên qehweya Îtalî çi ne?
Damian Burgess: Qehweya Îtalî ew e ku em jê re dibêjin espreso. Yanî ew şêwazê amadekirina qehweyê ye. Şêwazên cuda hene, dibe ku espreso be û îro em Chemex û Aeropress û şêwazên din jî bi kar tînin. Lê espreso şêwaza me ye, wekî Îtalî, ji bo vexwarina qehweyê. Her wiha Îtalî ew kes in ku têkelavên cuda çêkirine, qehwe ji seranserê cîhanê anîne, qelandine û têkel kirine ji bo çêkirina tameke diyarkirî.
Rûdaw: Gelo şêwaza çêkirina qehweyê bi xwe jî ji yên din cuda ye?
Damian Burgess: Espreso tiştek e ku tu dikarî li her cihekî cîhanê bibînî.
Rûdaw: Her tim, dema dibêjin "Ev qehweya Îtalî ye", dibêjin wow, divê bê kêmasî be.
Damian Burgess: Her tim bê kêmasî ye. Heta li Îtalyayê jî qehweya me ji bakur heta başûr heye û gelek kompanyayên cuda yên qelandinê hene, loma şêwazên me yên cuda yên qehweyê jî hene. Qehwe dikare gelekî nazik, sivik û bi fêkî be, yan jî dikare giran, tal û bi çîkolatayî be. Ev yek li gorî wan çavkaniyên ku em ji bo çêkirina vexwarinê bi kar tînin diguhere.
Wekî espreso, divê her tim 25 milîlître be, her tim krema wê hebe, vexwarineke bihêz û tal e lê dikare tamên gelekî cuda tê de hebin, ji yên fêkî bigire heta çîkolatayî û bi biharat û kulîlkî. Loma vexwarineke gelekî aloz e.
Rûdaw: Damian, ez bi xwe heyranê qehweyê me. Lê ez her tim ji xwe dipirsim, dema herî baş a rojê ji bo vexwarina qehweyê kîjan e? Bi rastî ez nizanim. Pêşniyara te çi ye?
Damian Burgess: Ji bo min, her demekî rojê, ji ber ku ez tim wê vedixwim. Lê bê guman ji bo piraniya xelkê serê sibehê ye. Qehwe bi wê yekê navdar e ku kafeîn tê de ye û kafeîn her tim ew bandora wê heye ku me hinekî hişyar dike, gera xwînê çalak dike.
Loma gelek kes ji ber vê sedemê roja xwe bi qehweyê dest pê dikin. Lê tu dikarî li dirêjahiya rojê cureyên cuda yên qehweyê vexwî. Wekî mînak, dibe ku gelek kes serê sibehê qehweyek bihêz û tijî kafeîn bixwazin, û piştî nîvro tu dikarî tiştekî nermtir û naziktir vexwî.
Rûdaw: Normal e ku beriya taştêyê were vexwarin?
Damian Burgess: Belê. Hevjîna min gelek caran ji nav nivînên xwe ji min re peyamê dişîne û beriya ku rabe dibêje "Qehweyê ji min re bîne". Loma karê min ê yekem ê rojê ew e ku ez qehweyê dibim nav nivînên wê.
Rûdaw: Wekî destpêka rojê.
Damian Burgess: Belê. Beriya ku rabe.
Rûdaw: Ez dizanim tu di vî warî de gelekî profesyonel î, loma van pirsan ji te dikim. Gelo kesek heye ku divê ji ber sedemên tenduristiyê xwe ji vexwarina qehweyê dûr bigire?
Damian Burgess: Dibe ku hinek kes hesasiyeta wan ji qehweyê re hebe lê ev gelekî kêm e. Lê ji bo kafeînê, rewşa me hemûyan cuda ye. Ji bo hinek kesan... tu dikaribî 20 fîncanan di rojekê de vexwî. Ji bo kesekî din, dibe ku tenê yek fîncan be di rojê de û hest bi bandora wê bike. Loma ev tenê sedem e. Ji ber sedemên tenduristiyê, dibêjin 20 fîncan di rojê de ne fikreke baş e, her çend hinek caran di karê xwe de ez neçar im tama nêzîkî 20 fîncanan di rojê de bikim, lê ez wê venaxwim, tenê tama wê dikim.
Rûdaw: Balkêş e. Wekî tu dibînî ez li benda qehweya xwe ma ku sar bibe û paşê vexwim. Gelo dibe ku mirov li benda sarbûna qehweyê bimîne?
Damian Burgess: Belê, di rastiyê de wisa ye. Ji ber ku têgihiştina te ya ji bo tamê, li gel pileya germê diguhere. Eger tu tiştekî ku gelekî germ vexwî, tu nikarî çêjê ji hemû tamên wê yên cuda wergirî. Dema pileya germê dadikeve, dibe ku tu hest bi şîrîniyeke zêdetir bikî. Di rastiyê de, em ji bo espresoyê dibêjin, divê tu pêşî wê bi rastî li hev bidî, heta ku şekir jî tê de nekî, ji ber ku dibe ku tebeqeyên cuda yên giraniyê û tîrbûnê di nav fîncanê de hebin. Eger were lihevdan, yekdesttir dibe. Piştre bi sê an çar qurtan wê vedixwî. Tu li bendê dimînî ku sar bibe û çêjê ji guherîna pileya germê werdigirî.
Rûdaw: Tu dikarî ji min re behsa adetên vexwarina qehweyê yên li Îtalyayê bikî?
Damian Burgess: Li Îtalyayê, xelk bi giştî qehweya xwe li ber tezgaha barê bi pêve vedixwin. Espreso ji bo me hema bêje wekî kêliyeke bilez e. Gelekî ne asayî ye ku mirov rûnê û bi saetan wext derbas bike.
Rûdaw: Qehweya xwe bi pêve vedixwin, zû vedixwin.
Damian Burgess: Espreso tê wateya "lez".
Rûdaw: Ma tenê ji ber ku kêm e?
Damian Burgess: Na, kêm e ji ber ku bi wî şêwazê ku vexwarin tê çêkirin, tîrbûneke durist a tamê di wê fîncanê de kom dibe. Eger ez espresoya te heta vir tije bikim, di rastiyê de ez av û taliyeke zêdetir lê zêde dikim. Loma bi hebûna tenê 25 milîlîtreyî, pêkhateyeke durist a tamê çêdibe ku ez dikarim pêşkêş bikim. Eger ez ristrettoyekê çêbikim, di rastiyê de dê kafeîna wê kêmtir be lê ez dê tameke hîn tîrtir bidim fîncanê. Wate, tama vexwarina min hinekî li gorî hejmara espresoyê diguhere.
Rûdaw: Hinek kes qehweyê heta binî vedixwin, yanî tevî telpa wê. Gelo ev baş e?
Damian Burgess: Di espresoyê de telp nîne.
Rûdaw: Espreso na, lê di cureyên din de wekî qehweya Tirkî, wisa nîne? Gelo ew baş e? Pêşniyara vexwarina wê dikî an na?
Damian Burgess: Eger heza te jê re hebe, çima na? Lê ez ji telpê hez nakim.
Rûdaw: Tu dikarî yan na?
Damian Burgess: Min tam kiriye. Lê ez ji dama wê hez nakim... Ji ber ku gelekî hûr tê hêrandin. Gelekî gelekî hûr e, wekî tozê ye. Loma ew di nav devê te de belav dibe. Na, ez jî jê hez nakim. Mebesta min ew e, qehwe bi giştî bi awayekî tê parzûnkirin. Qehweya Tirkî yan jî ya bi cezweyê yekane şêwaz e ku bi rastî ne wisa ye, loma telp tê de dimîne.
Rûdaw: Wê demê em werin ser pirsa herî zehmet.
Damian Burgess: Baş e.
Rûdaw: Gelo tu ji qehweya Kurdî agahdar î ku di salên 1980î de di rojnameyên Ewropî de li ser hatiye nivîsandin?
Damian Burgess: Belê. Min tam kiriye.
Rûdaw: Te tam kiriye?
Damian Burgess: Bê guman.
Rûdaw: Nêrîna te li ser wê çi ye?
Damian Burgess: Dema min tam kir, ji min re gotin "Ev qehweya Kurdî ye", loma ez li benda qehweyê bûm. Lê gelekî şîrîn e û ne qehwe ye.
Rûdaw: Mebesta te qehweya kizwanê ye, ne wisa?
Damian Burgess: Belê.
Rûdaw: Nêrîna te li ser wê çi ye?
Damian Burgess: Ne qehwe ye. Ez vê yekê dibêjim ji ber ku...
Rûdaw: Lê dê xelk me şermezar bikin.
Damian Burgess: Biborin. Ev ne qehwe ye, ji ber ku tu kakilê qehweyê bi kar nahînî. Tu dikarî navê vexwarinê bikî qehwe eger tu bixwazî, lê ji bo min qehwe ew fêkî ye, ew kakil e, ew hemû kar e ku li ser tê kirin. Di çêkirina vê vexwarinê de, tu bingeheke bi temamî cuda û fêkiyekî din bi kar tînî. Loma ji bo min, ne qehwe ye ji ber ku qehwe ji bo çêkirina wê nayê bikaranîn.
Rûdaw: Wê demê wekî "Matcha"yê ye, ne wisa?
Damian Burgess: Eger tu bixwazî. Matcha vexwarineke cuda ye, ji riweka çayê tê çêkirin. Lê li vir ez bawer im hûn fêkî yan jî gûzekê bi kar tînin. Yanî ev vexwarineke ku fêkî jê re tê bikaranîn ku ev tiştekî xweş e.
Rûdaw: Wekî dawî ez dixwazim vê pirsê bikim. Min berê ji hinek barîstayan bihîstiye, ew ji bo "wergirtina tama rastîn a qehweyê" hinek pêşniyaran dikin. Lê bi eşkereyî ez nizanim divê ez çawa qehweyê bi awayekî durist vexwim. Hûn çi pêşniyar dikin?
Damian Burgess: Ji bo espresoyê dibe ku ev her tim ne derbasdar be. Em îro di polê de tiştekî bi navê “keppîng” dikin, yanî tamkirina qehweyê. Ji ber ku dema em bi rastî tama tiştekî dikin, beşeke mezin a tamê bi pozê xwe werdigirin. Li gorî lêkolînan, nêzîkî ji sedî 80yê hesta tamê ji hesta bêhnê tê. Devê me dikare tirşî, şîrînî û pênc tamên bingehîn bide me; lê heke em pozê xwe bi kar neynin, em nikarin tama rastîn a qehweyê bi temamî werbigirin. Ez dikarim hinekî ji qehweya te tam bikim?
Rûdaw: Belê, kerem bike.
Damian Burgess: Dema ez wisa dikim, bandora "rêtronezal" a ku di dema daqurtandinê de çêdibe, alîkariya min dike ku ez zêdetir tamê werbigirim. Dema ku ez bixwazim ji kalîteya qehweyê piştrast bibim, ez vî şêwazî bi kar tînim. Helbet, kirina vê yekê li cihekî qelebalix pir bi edeb nayê dîtin. Jixwe hevjîna min jî her tim dibêje, "Wisa neke". Lê ez li ser nafikirim, ji ber ku ji bo min tevgereke gelekî xwezayî ye.
Rûdaw: Ev karê te ye.
Damian Burgess: Belê, karê min e. Lê divê tu li qehwexaneyekê wisa nekî.
Rûdaw: Gelek spas Damian Burgess.
Damian Burgess: Kêfxweş bûm.
Rûdaw: Ji bo dema te gelek spas.
Damian Burgess: Gelekî xweş bû ku ez li vir bûm.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse