Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Metayê nîşandana lêkolîneke navxweyî ya xwe ya li ser bandorên derûnî yên bikaranîna Facebook û Instagramê red kir.
Ev yek piştî wê derket ku bi rêya lêkolînê diyar bûye, berhemên wan zererê didin derûniya bikarhêneran.
Li gorî lêkolîna sala 2020î ya bi navê "Projeya Meta Mercuryê", pisporên wê kompanyayê ji bo pîvandina bandorên derûnî yên Facebook û Instagramê bi kompanyaya rapirsiyê ya bi navê Nielsenê re xebitîne û derketiye holê:
"Kesên ku hefteyekê Facebook bi kar neaniye, kêmtir hest bi xemgînî, dilgiranî, tenêbûn û tevlîbûna civakî kirine."
Li gorî belgeyên ku ketine destê medyaya Amerîkayê, li şûna belavkirina wan encaman an şopandina lêkolînên zêdetir, Metayê lêkolînên din jî dan rawestandin û li navxweyê xwe ji karmendên xwe re ragihand ku encamên neyînî yên lêkolînê nabe ku werin belavkirin.
Li gorî rapora medyayên Amerîkayê, hejmareke zêde ya karmendên Metayê dilgiran bûn ji wê yekê ku li hemberî encamên lêkolînan bêdeng bin û hinekan ji wan bawer dikir ku "ev wekî wê ye ku di pîşesaziya tûtinê de lêkolînê bikî û bizanî ku cixare xirab e û ji xelkê veşêrî".
Tevî karên Metayê ku pêywendiya di navbera berhemên wê û bandorên neyînî yên li ser tenduristiya mirovan belge dikin jî, Metayê ji Kongreyê re ragihandiye ku şiyana wan a diyarkirina zerera berhemên wan a li ser derûniya keçikan nîne.
Berdevkê Metayê Andy Stone ragihand ku lêkolîn ji ber ku di şêwaza lêkolînê de xeletî hebûn hat rawestandin û di paşerojê de dê ji bo başkirina selametiya berhemên xwe bi hûrgilî li ser bixebitin.
"Me ji bo parastina ciwanan guherînên rasteqîn kirine"
Berdevkê Metayê Andy Stone da zanîn:
"Tomara temam nîşan dide ku zêdetirî 10 salan e, me guh daye dê û bavan, me lêkolîn li ser wan mijaran kiriye ku gelekî girîng in û me ji bo parastina ciwanan guherînên rasteqîn kirine."
Tohmeta veşartina encama lêkolînan a derbarê zererên torên civakî ji aliyê Metayê ve, yek ji wan gelek dozên Kompanyaya Motley Riceyê ye ku kompanyayeke yasayî ye û doz li kompanyayên Meta û Googleyê tomar kirine.
Motley Riceyê ragihandiye ku Metayê bi zanebûnî metirsiyên navxweyî yên berheman ji bikarhêneran veşartine.
Tohmetên li dijî Metayê teşwîqa zarokên di bin 13 salî de ji bo bikaranîna platformên wan û hêsankirina bikaranîna platformên wan ji aliyê ciwanan ve di dema ku li dibistanê bûn li xwe digire.
Her wiha gilîkaran ew tohmet jî li Metayê kir ku hewl daye pereyan bide rêxistinên taybet bi zarokan da ku li cihên giştî parastina selametiya berhemên wan bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse