Gelo mirovahî amade ye? Baba Vangayê dema guherîna dîrokê eşkere kiribû

23-11-2025
RÛDAW
Nîşan Baba Vanga Kahîn Pêşbînî Mirovahî Kehanet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kehanetên kahîna Bulgar Baba Vangayê yên derbarê sala 2026an de careke din bûn rojev.

Vanga çendîn sal piştî mirina xwe li seranserê cîhanê tê nîqaşkirin û bi pêşbîniyên xwe yên balkêş hem meraqê zêde dike û hem jî mirovan ji bo rûdanên gengaz hişyar dike.

Tê îdiakirin ku navê Baba Vangayê di pêşbînikirina bûyerên wekî karesata Çernobîlê, êrişên 11ê Îlonê, tsunamiya Okyanûsa Hindê ya 2004an û hilweşîna Yekîtiya Sovyetê de derbas dibe.

Kahîna ku wekî "Nostradamusa Balkanan" tê naskirin, her çiqas sala 1996an miribe jî li pey xwe bi dehan pêşbînî hiştine.

Têkiliya bi jiyana derveyî cîhanê re

Li gorî Vangayê, 2026 dê ji bo mirovahiyê bibe saleke veguhêz.

Yek ji pêşbîniyên herî balkêş ew e ku Çiriya Paşîn 2026an keştiyeke mezin a fezayê bê dinyayê û di dîroka mirovahiyê de cara yekem têkilî bi şaristaniyeke din re were danîn.

Yên ku piştgiriyê didin vê îdiayê, cisma stêrkî ya 3I/ATLAS a ku sala 2025an nêzîkî dinyayê derbas bû û zêdebûna raporên UFOyan wekî mînak nîşan didin.

Karesatên xwezayî dê zêde bibin

Kahîn pêşbînî dike ku sala 2026an erdhejên mezin, teqînên volkanîk û bûyerên hewayê yên dijwar rû bidin.

Tê texmînkirin ku ev karesat bandorê li ji sedî 8ê rûyê erdê yê bejahiyê bikin.

Germahiyên rekor ên li Ewropayê, şewatên daristanan ên li Kanada û Awistralyayê û erdhejên wêranker ên li Asyayê wekî mînakên îroyîn ên ku piştrastkirina vê pêşbîniyê dikin tên nîşandan.

Siyaseta cîhanê û aloziyên gerdûnî

Li gorî Vangayê, dibe ku 2026 bibe sala ku aloziyên gerdûnî bigihin lûtkeyê.

Îhtimala zêdebûna tansiyona siyasî û leşkerî ya di navbera Rojhilat û Rojava de û rêlibervekirina şerên berfireh derdikeve pêş.

Hinek şîrovekar îdiaya Vangayê ya "hilweşîna mirovahiyê dê dora sala 2025an dest pê bike" bi vê tabloyê ve girê didin.

Lê dîsa jî kahînê gotiye ku dawiya dinyayê dê berî sala 5079an neyê, ango ew bi bîr tîne ku ji bo îhtimala tinebûneke mezin hîn demek dirêj heye.

Bipêşketinên teknolojîk

Li gorî Baba Vangayê, 2026 dê di warê hişê çêkirî de bibe xaleke girîng a werçerxanê.

Bûyîna hêzeke diyarker a hişê çêkirî di cîhana kar û sektorên cuda de, dê pêlên nû yên nûjeniyê (inovasyon) derxe holê lê dê bi xwe re nîqaşên etîk jî bîne.

Mijarên wekî otomasyon, windabûna hêza kar, nepeniya daneyan û kontrola mirovan dê bêhtir werin nîqaşkirin.

Amadekariyên madenkariya enerjiyê ya ji Venusê

Pêşbîniya din a Vangayê ya derbarê fezayê de ew e ku ji sala 2028an ve madenkariya enerjiyê ji Venusê dest pê bike.

Ji ber vê sedemê 2026 wekî sala amadekariya van cure projeyan tê dîtin.

Plana NASAyê ya du erkên ji bo Venusê di heyama 2028-2030î de û pêşbaziya şirketên taybet ên fezayê, di nav wan geşedanan de tên hesibandin ku piştgiriyê didin vê pêşbîniyê.

Di warê tenduristiyê de xalên werçerxanê

Dibe ku sala 2026an di warê tenduristiyê de jî şahidî ji bipêşketinên girîng re were kirin.

Li gorî Baba Vangayê, hilberîna girseyî ya organên sentetîk dê sala 2046an dest pê bike û 2026 jî dê bibe sala ku gavên vê yekê tên avêtin.

Bipêşketinên wekî neqilkirina gurçikên berazan ên ku li Massachusetts General Hospitalê genetîka wan hatibû sererastkirin, îhtimala vê yekê xurt dikin.

Her wiha 2026 dê di warê teşxîsa zû ya penceşêrê de jî bibe xaleke werçerxanê.

Bi testên MCEDyê re tesbîtkirina cureyên cuda yên penceşêrê bi yek nimûneya xwînê dê pêkan be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst