Hewlêr (Rûdaw) – Wells Fargoya ku şirketa darayî û bankê ya Amerîkayê ye pêşbînî kir ku onsa zêr dê heta dawiya sala 2026an bibe 4 hezar û 700 dolar.
Bihayê onseke zêr 20ê Çiriya Pêşîn a îsal bi 4 hezar û 381 dolaran gihişt asta herî bilind a dîrokê.
Piştî firotinên li wê astê, niha onseke zêr ji 4 hezar dolaran hinekî erzantir tê firotin.
Enstîtuya Veberhênanê ya Wells Fargoyê, bi pêşbîniya ku nezelaliyên jeopolîtîk û bazirganiyê dê daxwaza ji bo zêr zêde bike, bihayê onsa zêr ê dawiya sala 2026an derxist navbera 4,500 û 4,700 dolarî.
Li gorî nûçeya CNBC-eyê, Wells Fargoyê pêşbîniya xwe ya dawiya sala 2026an a ji bo onsa zêr ji 3 hezar û 900-4 hezar û 100 dolarî derxist 4 hezar û 500-4 hezar û 700 dolarî.
Ons çi ye?
Ons yekeyeke giraniyê ya Îngilîzan e. Di pîvandina madenên biqîmet ên wekî zêr, zîv û elmas de tê bikaranîn. Onsek dike 31,10 gram.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse