Elon Musk alternatîfa Wîkîpediayê ragihand: Grokipedia

29-10-2025
RÛDAW
Nîşan Grokipedia Elon Musk Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Elon Muskê sermayedarê Amerîkayî, bi fermî Grokipedia ragihand ku ansîklopediyayeke nû ye, bi hişê çêkirî dixebite û ji aliyê kompanyaya wî ya xAIyê ve hatiye bipêşxistin.

Tora Medyayî ya Rûdawê yekane medyaya Kurdistanî ye ku di Grokipediayê de zanyarî li ser wê hatine belavkirin.

Musk li ser tora civakî ya Xê ansîklopediya xwe ragihand û da zanîn ku armanca wî ya ji avakirina Grokipediayê ew e ku "komek çavkaniyên agahiyên berfireh li ber destan bin".

Ansîklopediya nû ya Musk wekî alternatîfa Wîkîpediayê tê dîtin û tê gotin ku armanca wî ew e, cihê Wîkîpediayê teng bike.

Di destpêka ragihandina xwe de, Grokipediayê di navbera 800 hezar û 900 hezar gotarên bi zimanê Îngilîzî de belav kirin.

Berovajî modela Wîkîpediayê ku pişta xwe bi xwebexşan ve girê dide, Grokipedia xwe dispêre modela zimanî ya Grok AIyê û bikarhêner nikarin destkariyê di gotaran de bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê yekane tora medyayî ya Kurdistanî ye ku di nav ansîklopediya Musk de cih digire û hemû zanyariyên ji damezirandina Rûdawê heta şêwaza karê wê tê de hatine behskirin.

Di Grokipediayê de hatiye gotin ku Rûdaw ji destpêka damezirandina xwe ve ji ber "veberhênana di binesaziya weşanê û raporên bi zimanên cuda de" bûye tora medyayî ya herî mezin a li Herêma Kurdistanê.

Her wiha di nav ansîklopediya Musk de hatiye zelalkirin ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji ber "weşana berfireh a di dema krîzên herêmî de navdar bûye" û Xelata Stevieyê wergirtiye.

Grokipedia ji xwîneran re dibêje ku di nava guherînên qada medyayê ya Îraqê ya piştî 2003yan de, Rûdaw hewleke ji bo pîşeyîkirina rojnamegeriya serbixwe ya li herêmê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst