Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî navçeya Qislê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê, dayik û keçek bi salan e ajeldaryê dikin. Golikeke wan newxweş zaye û nikare bimije. Malbat wek zaroka xwe golîkê xwedî dikin û wek dayikekê şîr didinê û navê Şerê jî li golikê kirine.
Malbata Çakmak li gundê Xarikê yê navçeya Qisle ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê ajeldariyê dikin. Semra Çakmak û diya xwe bi salen e çêlekan xwedî dikin. Golikeke wan a ku navê Şerê lê kirine, berî 2 heftiyan dema çêdibe di roviyên wê de pirsgirêk hebûye, wê dibin nexweşxaneyê bo çareseriyê.
Ajeldar Semra Çakmak dibêje “Ji dema ji dayikbûnê ve ligel me dijî. Di dema ji dayikbûnê de hinek pirsgirêk derketin. Neştergeriyek derbas kir. Em heta bi Çewlîgê çûn û hatin. Pirsgirêkên wê yên tendirustî hê jî berdewam in.”
Veterîneran li nexweşxaneyê navê Şerê lê dikin. Piştî neştergeriyê ji bo birînên wê mîkrop negirin, malbat di nav malê de cihekî jê re vediqetînin. Şerê bûye wek zarokeke malê û bi wan re dijî.
Ajeldar Akife Çakmak got “Em gelekî bi başî lê dinêrin. Keça min jî. Ji xwe kesek din li cem me nîne. Em li wê dinêrin û pê re dilîzin. Em şîr didinê û serê wê dişon.”
Ev gund 12 kîlometreyan dûrî navçeya Qislê ye. Di gund de 180 mal hene û piraniya wan ajeldar in. Malbata Çakmak jî xwediyê 9 çêlekan e û ajeldarî take deriyê dahatê ye bo wan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse