Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyan, piştî bidawîbûna agirbesta li Xezeyê, heta niha 109 kes hatine kuştin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref Kurdra, li ser bîlançoya êrişên Îsraîlê daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, di encama êrişên îro de 109 kes hatien kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê serê sibê ragihandibû ku di encama êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê de 70 kes hatine kuştin.
Lîwayên Qesamê başkê çekdarî yê Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê dest bi êrişa bi navê "Tofana Eqsayê" kir û ji Xezeyê ber bi Îsraîlê ve bi hezaran roket hatin avêtin.
Piştî vê yekê artêşa Îsraîlê jî bi awayekî tund êrişî Xezeyê kir.
Ji 7ê Çiriya Pêşîn ve 310 leşker, bi giştî hezar û 200 Îsraîlî hatin kuştin û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûn.
Li gorî hikûmeta Xezeyê, ji 7ê Çiriya Pêşîn ve herî kêm 6 hezar û 150 zarok, 4 hezar jin û zêdetirî 15 hezar Filistînî hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse