Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku wan ji bo Hemas bi temamî çekan deyne 60 roj dem daye.
Sekreterê Kabîneya Îsraîlê Yossi Fuchs doh ji medyaya welatê xwe re axivî.
Yossi Fuchs diyar kir ku ev dem dibe ku roja pêncşemê dest pê bike ku heman rojê civîna yekem a "Lijneya Aştiyê" ya li Washingtonê dest pê dike.
Li Washingtonê civîna Lijneya Aştiyê
Tê plankirin ku civîna yekem a Lijneya Aştiyê roja pêncşemê li Washingtonê bê lidarxistin.
Endamên vê lijneyê ji aliyê Donald Trump ve hatine diyarkirin û nûnerên 20 welatan beşdar dibin.
Pêkanîna lijneyê bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye pesendkirin.
Tê gotin ku ev gav beşek ji plana birêvebiriya Trump a ji bo bidawîanîna şerê Xezeyê ye û çekdanîna Hemasê li xwe digire.
“Divê di nava 60 rojan de çekan deynin”
Yossi Fuchs diyar kir ku birêvebiriya Amerîkayê daxwaza 60 rojan kiriye û Îsraîl rêzê li vê daxwazê digire û got:
“Di vê heyamê de divê Hemas hemû çekên xwe deyne. Em dê encamê binirxînin.
Eger serkeftî be dê pir baş be, eger na artêşa Îsraîlê neçar e ku erkê xwe temam bike."
Fuchs her wiha destnîşan kir ku divê ev dosye beriya hilbijartinên Îsraîlê bê encamdan ku tê çaverêkirin hezîrana îsal bên kirin.
Wî da zanîn ku wekî beşek ji vê pêvajoyê, divê gelek tunelên Hemasê jî bên îmhakirin.
Tevî agirbestê tohmetbarî didomin
Divê were gotin ku Îsraîl û Hemasê 10ê Çiriya Pêşîn a par li ser agirbestê li hev kiribû lê alî hevdû bi binpêkirinan tohmetbar dikin.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, ji destpêka agirbestê ve zêdetirî 600 Filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine kuştin.
Îsraîl jî dibêje ku di heman heyamê de 4 leşkerên wan ji aliyê komên çekdar ên Filistînî ve hatine kuştin.
Soza milyaran dolaran ji bo avedankirinê
Trump eşkere kir ku welatên beşdarî Lijneya Aştiyê dibin ji bo alîkariya mirovî û jinûveavakirina Xezeyê soza zêdetirî 5 milyar dolaran daye.
Her wiha wî got ku endamên lijneyê ji bo pêkanîna ewlehiya Xezeyê soza avakirina hêzeke îstîqrarê ya ji bi hezaran personelan daye.
Hat diyarkirin ku Tirkiye, Misir, Erebistana Siûdî, Qeter, Îsraîl û Endonezya beşdarî lijneyê dibin.
Li aliyê din tê gotin ku hinek hêzên mezin ên cîhanê û hevpeymanên Amerîkayê yên rojavayî bi temkîn nêzîkî pêvajoyê dibin.
Şerê li Xezeyê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kir.
Heta niha zêdetirî 72 hezar Filistînî û hezar û 200 Îsraîliyan canê xwe ji dest daye.
Her wiha li hemû deverên Xezeyê wêraniyeke mezin çêbûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse