Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê. Artêşa Îsraîlê baregeha Heyva Sor a Filistînê ya li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezeyê bombebaran kir.
Di êrişa ku rasterast cihê karmendan kir hedef de, li gorî agahiyên destpêkê xebatkarekî Heyva Sor miriye û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Piştî teqînê agir bi avahiyê ket.
Artêşa Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan û vir ve li Xezeyê bi dehan nexweşxane û saziyên tenduristiyê bombebaran kirin, bi ser de girtin û hilweşandin.
Di êrişan de bi dehan xebatkarên tenduristiyê mirine û gelek nexweşxane û navendên tenduristiyê bi temamî ji xizmetê derketin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse