Îsraîlê navçeyên derdora Şamê mûşekbaran kirin

03-11-2021
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku şeva borî Îsraîlê êrîşî navçeyên derdora Şamê kiriye, lê ji xeynî zerar û ziyanên maddî tiştekî din nebûye.

Çavkaniyên serbazî ji Ajansa SANAyê re gotine, demjimêr 12:56 deqeyên şeva borî Îsraîlê bi mûşekan pêgehek li navçeya Zakiye ya derdora Şamê kiriye armanc û bûye sedema zerarên maddî.

Îsraîlê derbarê êrişê de weke her carî ti daxuyaniyek nedaye.

Îsraîl nav bi nav navçeyên cuda ên Sûriyê dike armanc û dibêje li her cihekî gefa Îran û Hizbullaha Lubnanê hebe lê dide.

Roja Şemiyê Îsraîlê çend mûşek avêtin navçeyên derdora Şamê, sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê jî li beramber wan êrîşan rawestiya.

Roja 14ê Cotmehê firokeyên şer ên Îsraîlê li başûrê welat çend pêgeh bordûman kirin, Îsraîlê ragihand ku 9 çekdar di wan êrîşan de kuştine, piraniya êrîşên Îsraîlê jî bi şev tên kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst