Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Hamasê ragihand ku wan bersiveke "erênî" daye pêşniyara agirbestê û pevuhertina dîlan a bi Îsraîlê re û wan bersiva xwe gihandiye aliyên navbeynkar.
Hemasê di daxuyaniyeke nivîskî de eşkere kir ku wan piştî şêwirîna li gel komên siyasî yên Filistînî bersiva xwe ya "erênî" derbarê pêşniyara agirbestê û guhertina dîlan gihandiye navbeynkaran.
“Hemasê bersiveke erênî da navbeynkaran”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Hemasê bersiveke erênî da navbeynkaran û bi temamî amade ye ku ji bo bicihanîna vê pêşniyarê, demildest dest bi gera dan û standinên cidî bike."
Heta niha ji aliyê Tel Evîvê ve derbarê bersiva Hemasê ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya hevdîtina xwe ya 7ê Tîrmehê ya li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump a li Koşka Spî dê sibe êvarî civîneke kabîneya siyasî û ewlehiyê saz bike.
Donald Trump berê ragihandibû ku Îsraîlê şert û mercên pêwîst ji bo agirbesteke 60 rojî ya li Xezeyê qebûl kirine.
Trump her wiha amaje bi wê yekê jî kiribû ku Qeter û Misir wekî navbeynkarên dan û standinên agirbestê dê "pêşniyara dawî" pêşkêşî Hemasê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse