Altan Tan: Me dikarîbû bi Erdogan re bazarê bikin lê 12 sal vala çûn

05-03-2025
RÛDAW
Altan Tan bû mêhvanê Bultena Bakur / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Altan Tan bû mêhvanê Bultena Bakur / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Altan Tan Pêvajoya Nû Banga Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Altan Tan bal kişand ser rûdanên dawî yên di pêvajoya nû de ragihand û got, “Me dikarîbû bi Erdogan re bazarê bikin lê 12 sal vala çûn.”

Parlamenterê berê yê HDPyê û siyasetmedarê Kurd Altan Tan bû mêhvana Bultena Bakur û pirsên Hêvîdar Zanayê yên derbarê “pêvajoya nû” bersivandin.

“Tişta herî girîng  danîna çekan e

Altan Tan diyar kir ku di vê pêvajoya nû de tişta herî girîng  danîna çekan e.

Bi gotina Altan Tan Kurd dikarin gav bi gav tiştan bistînin û bi ser bikevin.

Tan amaje bi wê kir ku pêwîst nake hemû daxwazên Kurdan bi carekê bên dabînkirin.

Siyasetmedarê Kurd tekez kir ku dûrketina ji tundiyê Kurd dikarin hêsantir mafên xwe wergirin.

“Muxalfet îdîa dike ku tişta didome tenê bazar e”

Altan Tan destnîşan kir ku muxalfet îdîa dike ku tişta didome tenê bazar e.

Siyasetmedarê Kurd bîr anî ku berî 12 salan hevserokê wê demê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş gotiye “Em dê nehêlin Erdogan bibe serok” û got:

“Lê Demîrtaş niha dibêje bila Xwedê emre Bahçelî û Erdogan dirêj bike.

Me dikarîbû bi Erdogan re bazarê bikin lê 12 sal vala çûn. Di nava Kurdan de siyasetmedarên Kurdan ên jêhatî kêm in. Kes xêra xwe tiştan nade Kurdan.”

“Divê DEM Partî xwe ji nû ve ava bike”

Tan her wiha  destnîşan kir ku divê DEM Partî xwe ji nû ve ava bike û ragihand ku dem bi ser fikir û îdyolojiya wê derbas bûye.

Li gorî Altan Tan, Kurd dê li Rojhilata Navîn bibin beşeke guherînan, lê divê Kurd pişta xwe nedin Îsraîl, Amerîka, Îran, Almanya û Brîtanyayê.

Tan tekezî li ser wê yekê jî kir ku "Kurd nikarin Derêzor û Reqayê bi rê ve bibin ji ber ku xelkê wan deran piranî Ereb in."

Altan Tan di dawiyê de got, "Divê hikûmet nermtir û samîmîtir be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst