Mumtazer Turkone: Pêvajoya nû qedera Tirk û Kurdan dike yek

05-03-2025
RÛDAW
Akademîsyen û nivîskar Prof. Dr. Mumtazer Turkone bû mêvanê bultena Rûdaw / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Akademîsyen û nivîskar Prof. Dr. Mumtazer Turkone bû mêvanê bultena Rûdaw / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mumtazer Turkone Pêvajoya Nû Banga Ocalan PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û rojnameger Mumtazer Turkone ragihand ku pêvajoya nû ber bi hevpariya qederê ya di navbera Tirk û Kurdan ve diçe û got, "Ez dibînim ku Kurd hemû dê paşerojê bi Tirkan re ava bikin."

Turkune her wiha diyar kir ku pêvajoya vê carê gelek cuda ye û got ku ew gelekî bi hêvî ye.

Akademîsyen û nivîskar Prof. Dr. Mumtazer Turkone, bû mêvanê bultena Rûdaw TVyê û ramanên xwe yên li ser pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurdan parve kirin.

"Devlet Bahçelî bû lokomotîfa pêvajoyê"

Mumtazer Turkone da zanîn ku ew û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji zû ve hev nas dikin û got:

“Ez Birêz Bahçelî ji nêzîk ve nas dikim. Bi salan e wî nas dikim û ez û ew li heman fakûlteyê xebitine.

Heta ji salên xwendekariyê ve nêzîkatiyeke min pê re heye. Ew kesekî pir nazik û mêrxas e. Ez bawer im hûn jî vê dibînin."

Turkone, çûna Bahçelî ya ba Koma DEM Partiyê û destdana wî ya 1ê Çiriya Pêşîn wekî destpêka pêvajoya nû ya çareseriyê nîşan da û got:

"Min ji nêz ve şopand. Piştî ku ew çû ba Koma DEM Partiyê û destê xwe dirêjî wan kir min fêhm kir ku pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê dike. Min ev yek anî ziman, nivîsand.”

"Ez di navbera Kurd û Tirkan de hevbextiyekê dibînim"

Turkone diyar kir ku pêvajo xwedî vîzyoneke ku ji sînorên Tirkiyeyê wêdetir e û wiha pê de çû:

“Vê carê gelekî cuda ye. Yanî ji hêviyê wêdetir, ez dibînim ku ne tenê Kurdên li Tirkiyeyê, lê hemû Kurdên li seranserê erdnîgariya Kurdan bi Tirkan re ketine nav hevbextiyekê û dê pêşerojê bi hev re bijîn, bi hev re biryaran bidin û bi hev re ava bikin.

Yanî pêvajoya çareseriyê û gavên ku dê werin avêtin, ji van tiştan wêdetir, gelekî wêdetir hevbextiyekê dibînim.

Hewlêr, Kobanî, Amed, Wan, hemû, tevahiya erdnîgariya Kurdan bi Tirkan re dikevin nav hevbextiyekê û li ser bingeha bawerî û rêzgirtina hevdu, li gorî hemû pîvanên ku pêkvejiyan pêwîst dike, dê bi lez dest bi avakirina paşerojekê bikin."

"Di navbera Bahçelî û Ocalan de diyalogek didome"

Turkone, rola Bahçelî  ya di pêvajoyê de wekî "lokomotîf" bi nav kir û diyar kir ku niha pêvajo di navbera Bahçelî û Ocalan de bi awayê diyalogekê didome.

Prof. Dr. Mumtazer Turkone got, "Di vê demê de pêvajo bi înîsiyatîfa Devlet Bahçelî, bi rola wî ya lokomotîfê, di navbera wî û Ocalan de bi awayê diyalogekê didome.

Bahçelî gavekê diavêje, dem derbas dibe û paşê Ocalan bersiva wê dide. Bînin bîra xwe ku berî çend rojan Bahçelî bi daxuyaniyeke nivîskî vê carê bersiva gotinên Ocalan da."

"Zemîna derûnî tê amadekirin"

Bi gotina Turkone pêvajo bi nezaket didome û gavên Bahçelî diavêje atmosfereke derûnî diafirîne.

Turkone da zanîn ku hinek tevgerên ku di nava nezaketê de tên kirin hene û got:

“Wekî telefonî  Selahattîn Demîrtaş kir, ji bo hevjîna wî hêviya selametiyê xwest, telefonî parlamenterên din ên DEMê telefon kir.

Bi rastî ev hemû ji bo vê pêvajoyê ne û gavên girîng in û ji bo pêvajoyê zemîna derûnî amade dikin."

Turkone, bi balkişandina li ser girîngiya derûniyê di çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî de li cîhanê got:

"Hûn jî dizanin ku di çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî de li cîhanê beşa herî girîng her tim derûnî ye û divê derûnî bi rengekî rast were birêvebirin.

Li Tirkiyeyê dihat hêvîkirin ku  MHP bi tundî li dijî pêvajoyeke bi vî rengî derkeve, rê lê bigire, here kolanan û heta protestoyên tund bike lê ew bi serokatiya serokê xwe bûye lokomotîfa vê pêvajoyê, aktorê sereke yê pêvajoyê û bi wê yekê jî zemîna derûneke derûnî çêbûye."

"Çekên di destê YPGyê de divê ji bo xelkê herêmê ne metirsî bin"

Turkon li ser Rojavayê Kurdistanê jî axivî, diyar kir ku "bi damezrandina pergaleke demokratîk dê girîngiya çekan kêm bibe."

Wî derbarê vê yekê de wiha got:

"Eger KDP, ENKS derfetê bibînin li Rojavayê bi azadî û bi awayekî li gorî qanûnan xebatên xwe bikin, wê demê girîng nîne ku PYD çekan deyne.

Yanî eger li Rojava pergalek were damezrandin ku rêzê li qanûnan bigire, cih bice ramanên cuda û rê bide ku meylên siyasî yên cuda bi hev re bijîn, êdî ti girîngiya hûrgiliyên din ên mane namîne."

Eger HUDA PAR li Hesekê û Dêrezorê şaxan veke, hingê ti wate û girîngiya wan çekên di destên PYDyê de namînin ku bi hevkariya hikûmeta Şamê bi kar bînin.”

Turkone diyar kir ku Tirkiye dikare êdî li vê mijarê ji perspektîfeke cuda binêre û got:

“Eger pêkhatina hawîrdoreke demokratîk, derfeta ku ramanên cuda bi hev re bijîn, rêzgirtin û ewlehiya mafên bingehîn ên wan, li Rojavayê pêk were, êdî ti girîngiya PYD, YPG û hêzên wan ên çekdar namîne.

Tirkiye jî dikare bi vî awayî li mijarê binêre. Çimkî berî Tirkiyeyê divê çekên di destê YPG û PYDê de ji bo xelkê ku li wê herêmê dijî ne metirsî bin."

"Nîqaşên destûrê û perwerdeya bi zimanê dayikê dê werin çareserkirin"

Li gorî nêrîna Turkone qonaxa bê ya pêvajoyê dê nîqaşên destûrê bin.

Turkonen ev mijar jî wiha nirxand:

"Qonaxa piştî vê nîqaşên destûrê ne. Nîşaneyên ve jî ji aliyê çavkaniyên nêzîkî desthilatê diyar dibin. Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim behsa pênaseya hevwelatiyê kir.

Ez bi rastî jî fikir nakim ku nîqaşên destûrê gelekî girîng in ji ber ku tiştê ku dê Kurd û Tirkan di vê mijarê de nêzîkî hev bike, bilindkirina standardên garantiyên hiqûqî yên li Tirkiyeyê di asta destûrê de ji bo her kesî ye, yanî demokratîzekirina Tirkiyeyê ye."

Turkone tekez kir ku di vê pêvajoyê de dê mijarên wekî perwerdeya bi zimanê dayikê bi hêsanî bên çareserkirin wiha got:

"Bi min wekî minak cara ewil mijara perwerdeya bi zimanê dayikê dê were çareserkirin.

"Komîsyonek dê li parlamentoyê were avakirin”

Mumtazer Turkone di wê baweriyê de ku ji bo pêvajo bi şefafî û bi rizaya civakî bimeşe dê komîsyonek were avakirin.

Li ser vê mijarê jî got, "Ez texmîn dikim ku niha rojev ev e û dê bi lez komîsyonek bi beşdariya partiyên siyasî were avakirin û ew komîsyon dê dest bi kar bike.

Ji bo ku pêvajo bi awayekî zelal û şefaf bimeşe, pêwîstî bi komîsyoneke wiha heye.

Her wiha ji bo ku civak jî tevkariyê bike, ji bo ku rizaya civakê were girtin, pêwîstî bi komîsyoneke wiha heye.

Hemû partiyên ku li parlamentoyê koma wan heye li ser vê mijarê piştgiriyê didin. Lewma komîsyon dê zû were avakirin û gav dê bên avêtin.”

“Pêvajo bihêz e û kes nikare li derve bimîne”

Turkone amaje bi dînamîkên pêvajoyê kir û eşkere kir ku CHPyê jî dest bi girtin a înîsiyatîfê kiriye û AK Partî jî bi baldarî nêzîk dibe û got:

“Qet ti gumana min ji CHPyê nîne. AK Partî dudilî ye, bi baldarî nêzîk dibe. Lê pêvajoyeke pir xurt e, pêvajoyeke pir diyarker e.

Pêwîstiyeke dîrokî ye. Ji ber vê yekê kes nikare li derveyî wê bimîne. Nebûna bazarkirinê yan mercan pêvajoyê hêsantir dike.

Danîna mercan û nekirina bazarê rewşa baweriyê ava dike. Xuya ye ku dewlet li ser vê mijarê amade ye.

Ocalan dibîne ku dewlet amade ye, ji ber vê yekê mercên wî nînin û bazarê nake."

“Ocalan dikare derkeve derve”

Akademîsyen Turkone Turkone anî zimên ku di rewşa pêşketina pêvajoyê de rewşa Ocalan jî dê were çareserkirin û wiha berdewam kir:

"Ez texmîn dikim ku bi nermkirina pêvajoyê û bi pêşveçûna wê re, li Îmraliyê tecrîd dê sivîk bibe û dê şert û mercên ku ew bikare bi derve re têkiliyê deyne jê re bên dayîn.

Yanî dê hawîrdorek jê re bê amadekirin ku ew bikare çay û qehweyê pêşkêşî mêhvanên xwe bike.

Piştî vê jî heta havînê dê ji parlamentoyê qanûneke girêdayî mafê hêviyê derkeve û Ocalan jî dibe ku derkeve derve."

Turkone destnîşan kir ku ew difikire di vê pêvajoyê de ne wekî rêberekî siyasî, lê wekî "mirovekî zana" cihgirtina Ocalan dê bêhtir guncaw be û wiha got:

"Ocalan bi xwe di vê mijarê de bi awayekî mustesna tevdigere. Yanî dûr disekine. Û bi ya min rast dike.

Li ser peywira nûnertiya siyasî, di asteke gelekî bilindtir de, wekî mirovekî zana, wekî kesekî ku di van mijaran de bê şêwirmendîkirin, bê bawerîkirin bi aqilê wî û di siyaseta Kurdî de cih wergirtina wî ya bi vî awayî baştir e."

"Ez kêfxweş û bihêvî me"

Mumtazer Turkone, eşker kir ku li hemberî van hemû pêşketinan ew kêfxweş û bihêvî ye û wi domand:

"Ez bi temamî geşbîn im, hêviyên min zêde ne. Kêfa min tê ji ber ku pirsgirêkek bi vî rengî tê çareserkirin. Bi rastî ev yek dilê mirov kêfxweş dike. Ez tiştên pir pêşketî dibînim.

Ez wan kesên ku ji ber tecrûbeyên dema borî bifikarin fêm dikim lê ev pêvajo ji yên berê cuda ye.

Em li ser xezîneyekê rûniştine. Kurd û Tirk, em li herêma xwe li ser xezîneyekê rûniştine.

Di nav tiştê ku ez jê re dibêjim yekîtiya qederê de her tişt heye. Ev tiştekî wisa ye ku dê bi carekê de hemû hûrgilî û hemû pirsgirêkan ji holê rake."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst