Serokê Partiya Rizgarî ya Kurdî ya Lubnanî, Mehmûd Xizir Fetah Ehmed roja Yekşemê 4ê Cotmeha 2020an di temenê 73 saliyê de li Beyrut a paytexta Lubnanê koça dawî kir.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Rizgarî ya Kurdî ya Lubnanî, Mehmûd Xizir Fetah Ehmed roja Yekşemê 4ê Cotmeha 2020an di temenê 73 saliyê de li Beyrut a paytexta Lubnanê koça dawî kir.
Partiya Rzigarî ya Kurdî ya Lubnanê ragihandiye, li Mizgefta Elbeste nimêja cenaze li ser termê Mehmûd Xizir Fetah Ehmed ku wek Ebû Isam dihat naskirin, hatiye xwandin û paşê li Mezargeha Şehîdan a Beyrutê bi axê hatiye spartin.
Partiyê herwiha diyar kiriye, ku ji ber rewşa niha merasima taziyê nayê danîn û ew û malbata navborî peyamên sersaxiyan bi rêya peywendiyên telefonî werdigirin.
Ji ber koça dawî ya Mehmûd Xizir Fetah Ehmed, polîtboruya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Elpartî) peyameke sersaxiyê belav kiriye û sersaxî ji serkirdatiya Partiya Rizgarî ya Kurdî ya Lubnanê û malbata wî, kurên wî Isam, Nêçîrvan û Ednan û birayên wî Şêx Mûs, Ibrahîm û Fetah re xwastiye.
Elpartî di peyama xwe ya sersaxiyê de amaje bi kesatiya Serokê Partiya Rizgarî ya Kurdî ya Lubnanê dike û dibêje, têkoşerê koçkirî Mehmûd Fetah, roleke diyar di têkoşîna di ber dabînkirina mafên Kurdan li Lubnanê de hebû, ji bo ku ew neheqiya ku li ser wan heye nemîne û bi awayekê aştiyane berevanî û pêdagiriyeke berdewam dikir ji bo bidestxistina mafên kulturî, civakî û îdarî yên Kurdan li Lubnanê.
Polîtboruya Elpartî herwiha dibêje, Mehmûd Xizir Fetah Ehmed pabendî doza gelê xwe bû û bi taybet di şerê rizgarkirina Kobanî de piştevaniya xwe ya medyayî, dîplomatîk û manewî diyar kir û herwiha helwêsta wî li hember referanduma serxwebûna Kurdistanê jî erênî bû.
Partiya Rizgarî partiyeke Kurdî ya Lubnanê ye ku di sala 1975an de ji aliyê Feysel Fexro ve hatiye avakirin.
Derbarê hejmara Kurdên ku li Lubnanê dijîn, ti amareke dirist û fermî li ber dest nîne, lê belê li gor texmînan tê gotin, ku derdora 70,000 Kurd li Lubnanê dijîn, ku derdora 50,000 ji wan li Beyrut a paytext dijîn. Dîroka niştecihbûna Kurdan li Lubnanê vedigere bo zêdetirî 800 salên berê.
Pêştir hejmara Kurdên ku li Lubnanê dijiyan zêdetir bû, lê di salên 1970î de piştî krîza aborî ya li Lubnanê, zêdetirî 300,000 Kurd ji Lubnanê koçberî Ewropa û Amerîkayê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse