Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî li Îmarata Erebî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê serdanê de dê bi berpirsên payebilind ên wî welatî re çendîn civîn û hevdîtinan pêk bîne.
Mesrûr Barzanî êvara Pêncşemê gihîşt Ebû Dabiya paytexta Îmarata Erebî.
Barzanî li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Îmaratê Seîd Elhacirî ve hat pêşwazîkirin.
Di serdana ku dê çend rojan biajo de, tê çaverêkirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel rayedarên bilind ên Îmarata Erebî behsa bipêşxistina pêwendiyên dualî, guherînên dawî û rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê bike.
Civîna yekem bi Wezîrê Karên Navxwe re hat kirin
Serokwezîr piştî gihîştina Ebû Dabiyê, bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Navxwe yê Îmarata Erebî Şêx Seyf Bin Zayed Al Nehyan re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên dostane, alîkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî de ya di warên cuda de kir.
#VÎDEO - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Îmarata Erebî ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 4, 2025
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Ebû Dabiyê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Navxwe yê Îmarata Erebî Seyf Bin Zayed Al Nehyan re civiya pic.twitter.com/AI4ExqV5sT
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse