Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Ebû Debiyê bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayd al Nehyan re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa rewşa giştî ya Îraqê ya piştî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê û guherîn û pêşhatên dawî yên li herêmê hatiye kirin.
“Em hevra bûn”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê got:
"Min ji bo piştgirî û hevkariya berdewam spasiya dewleta Îmaratê û xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên dualî ducare kir.
Her wiha min danîna nûnerê taybet ê kar û barên aborî yê Îmaratê li gel Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Em li ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê yên di hemû waran de hevra bûn.
Ez kêfxweş bûm ku min careke çav li birayê xwe yê hêja Serokê Îmaratê cenabê Şêx Mihemed Bin Zayd al Nehyan kir.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir ku wî xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistin û kûrkirina pêwendiyên dualî ducare kiriye.
#VÎDEO - Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê li Ebû Debiyê civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 5, 2025
🛑 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Ebû Debiyê bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayd al Nehyan re civiya
🛑Mesrûr Barzanî derbarê civînê ragihand ku wî ji bo piştgirî û hevkariya berdewam spasiya… pic.twitter.com/L8oBPoCxrl
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse