Kurdekî Îsraîlê: Ev 50 sal e ez bi kurdî neaxivîme, lê min ji bîr nekiriye

06-02-2022
RÛDAW
Piraniya Kurdên li welatên cîhanê bi rêya hashtagan beşdarî kampanyaya dersa bijarte ya li Bakurê Kurdistanê dibin
Piraniya Kurdên li welatên cîhanê bi rêya hashtagan beşdarî kampanyaya dersa bijarte ya li Bakurê Kurdistanê dibin
Nîşan Dersa Kurdî Kurdekî Îsraîlê Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdekî Îsraîlê yê Cihû dibêje ku 50 sal in bi Kurdî neaxivye, lê wî kurdiya xwe ji bîr nekiriye.

Di demekê de ku li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya dersên bijarte sibe bi dawî dibe, kampanyayên ku îsal ji bo zimanê Kurdî hatine kirin, li ser torên civakî deng vedan.

Piraniya Kurdên li welatên cîhanê bi rêya hashtagan beşdarî vê kampanyaya dersa bijarte ya li Bakurê Kurdistanê dibin û vîdeoyên xwe li ser torên civakî belav dikin.

Vîdeoya kesekî bi temen ku Cihû ye li ser torên civakî belav bûye.

Ew kesê bi temen di vîdeoyê de dibêje tevî ku  50 sal e ew bi Kurdî neaxiviye, lê heta niha Kurdî jibîr nekiriye. E

w kesê Cihû yê bi temen ku navê wî nayê zanîn bi devoka Behdînan Kurdiyeke resen diaxive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst