Dilşad Şehab: Herêma Kurdistanê haveynê aramiyê ye

06-05-2024
Dilşad Şehab / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dilşad Şehab / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dilşad Şehab Nêçîrvan Barzanî Îran Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab got, “Herêma Kurdistanê haveynê aramiyê ye û dê wiha jî bimîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî li Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê ye.

Nêçîrvan Barzanî dê îro bi Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re bicive.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab armancên vê ziyareta Nêçîrvan Barzanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re nirxandin.

“Kurdistanê haveynê aramiyê ye”

Dilşad Şehab li ser armanca serdana Barzanî got:

“Serokê Herêma Kurdistanê di wê bîr û baweriyê de ye ku stratejiya Herêma Kurdistanê ya pêwendiyên bi cîranan re ew e ku Herêma Kurdistanê haveynê aramiyê ye û dê wiha jî bimîne.

Di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de pêwendiyên dîrokî hene.

Dema tekoşîna li dijî dîktatoriyê Îran bûbû sitara bi hezaran Îraqî û Kurdistaniyan.

Ji dema ku Herêma Kurdistanê hatiye avakirin ve di nevbera Îran û Herêma Kurdistanê de pêwendiyeke dostane ya li gorî hîmê rêzlihevgirtinê heye.

Di vê pêwnediyê de berjewendiyên her du aliyan hatine parastin.

Serokê Herêma Kurdistanê dixwaze dupat bike ku Herêma Kurdistanê nabe hêmana gêfxwarina li ser berjewendiyên cîranên me.

“Îran ji bo me dewleteke girîng e”

Îran ji bo me dewleteke girîng e. Sinorê me yê fermî heye.

Pêwendiyeke me ya bihêz a bazirganî û aborî heye, herwiha pêwendiyeke me ya berdewam a dîplomasiyê heye.”

“Îran hêzeke bibandor e”

Dilşad Şehab li ser rola Îranê ya li herêmê jî wiha axivî:

“Îran li herêmê hêzeke bibandor e û bandora wê li ser Îraq û Herêma Kurdistanê heye.

Di hemû demên zehmet de pêwendiya me ya ewil bi Îranê re bûye.”

Demên dawiyê, bi taybetî jî piştî êrişên Îranê yên li ser Hewlêrê pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê hinekî sar bûne.

Dilşad Şehab amaje bi vê sarbûnê da û ragihand:

“Dema borî hinek sarbûn çêbû, em dixwazin bi rêya vê serdana diyar bikin ku berjewendiyên me yên hevbeş ji wê sariyê mezintir in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst