Nêçîrvan Barzanî û Reîsî: Divê pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê werin bipêşxistin

06-05-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îbrahîm Reîsî Hevdîtin Tehran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî got ku divê pêwendiyên Îran Herêma Kurdistanê werin bipêşxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî li Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê ye.

Destpêkê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, her du aliyan daye zanîn ku divê pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re li gorî “hîmên cîrantiya baş, berjewendiyên hevpar, bilindkirina asta bazirganiyê û pêwendiyên aborî” werin bipêşxistin.

Serokatiyê ragihand ku Barzanî û Reîsî pesnê “pêwendiyên kûr û dîrokî yên Îran û Herêma Kurdistanê” daye.

Îbrahîm Reîsî bi bîr anî ku Herêma Kurdistanê ji bo Îranî herin cihên pîroz ên li başûrê Îraqê, li deriyên sînorî hêsankariyan dike û ji bo vê yekê jî spasiya Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî jî ji bo alikariyên ku dide Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Îranê kir.

Reîsî û Barzanî herwiha diyar kir ku ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê divê hevahengî û alîkariyên hevbeş ên Îranê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst