Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Darayî yê Îsraîlê ragihand ku serkeftina Îsraîlê ya li Xezeyê tê wê wateyê ku herêm "bi temamî were wêrankirin."
Roja sêşemê 6ê Adarê 2025 Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich li Şerîaya Rojava di konferansekê de ragihand, "Xeze dê bi temamî were wêrankirin."
Derbarê paşeroja niştecihên Xezeyê de jî got, "Di 6 mehên din de Hamas dê li Xezeyê nemîne. Di nav salekê de em ê karibin serkeftinê li Xezzeyê ragihînin.
Xezzeyê dê bi tevahî were wêrankirin, sivîl dê ber bi başûr ve werin şandin bo herêmeke mirovî bê Hamas an terorû ji wir jî ew ê bi hejmareke mezin dest bi çûyîna welatên sêyemîn bikin."
Gotinên wezîrê Îsraîlî di demekê de ne ku Konseya Ewlehiyê ya Îsraîlê razîbûna xwe nîşan daye li ser firehkirina operasyonên leşkerî yên artêşa xwe li Xezeyê, di wê çarçoveyê de jî firehkirina plana "kontrolkirina" axa Filîstînê, ev jî piştî ku artêşa Îsraîlê ji bo wê mebestê gazî bi deh hezaran leşkerên yêdek kiriye.
Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên alîkariyê berdewam hişyariyê didin li ser belavbûna birçîbûn û nexweşiyê di nav niştecihên Xezeyê de, ev jî ji ber dorpêçkirina zêdetir ji du mehan ji aliyê Îsraîlê ve û rêgirtina li gihandina alîkariyê ji bo xelkê wê.
Îsraîl di 18ê Adarê de operasyonên xwe yên li Xezeyê dîsa dest pê kir.
Berpirsên Îsraîlî jî radigihînin ku plan zêdetir firehkirina operasyonan dihewîne, ligel "kontrolkirina Xezeyê û veguheztina niştecihên Xezeyê ber bi başûr ve, bi mebesta parastina wan."
Beriya destpêkirina şerê Xezeyê di 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de, piraniya niştecihên Xezeyê li bakurê axa wê niştecih bûn, bi taybetî bajarê Xezeyê, bi nêzîkî jî hemû wan herî kêm carekê ji destpêka şer ve koçber bûne.
Her wiha Îsraîlî dibêjin, armanca operasyonê ji holê rakirina Hemas û nehiştina desthilata vê komê ya li Xezeyê ye, her wiha vegerandina dîlên revandiyan e ji bo Îsraîl û ji bo vê mebestê jî di qonaxa bê de tê çaverêkirin, "derbeke bihêz li Hemasê were dan."
Medyayên Îsraîlê roja duşemê belav kir ku plan piştî serdana hefteya bê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo herêmê dê were bicihkirin.
Piştî belavbûna biryara Îsraîlê, Yekîtiya Ewropayê nîgeraniya xwe nîşan da derbarê vê gavê ya Îsraîliyan û daxwaz ji wan kir ku xwe kontrol bikin û vê planê bicih nekin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse