XEZE - Îsraîlê êrişên xwe berfireh kirin: Bangî xelkê hat kirin ku bajêr vala bikin

06-09-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrişên xwe yên bejahî li bajarê Xezeyê berfireh kirine û bangî xelkê herêmê kir ku "demildest bajêr terk bikin".

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Xê daxuyaniyek da û ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên bejahî li bajarê Xezeyê berfireh kirine.

Adraee da zanîn ku herêma Mewasiyê ya li Xan Yûnisê ya li başûrê Xezeyê wekî "herêma mirovî" hatiye ragihandin û ji xelkê Xezeyê xwest ku demildest bajêr terk bikin.

Adraee diyar kir ku xelkê Xezeyê dikare bi rêya Cadeya Reşîdê "bêyî lêgerînê" ji bajêr derkeve.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê her wiha destnîşan kir ku li Mewasiyê nexweşxaneyeke seyar, derman, xwarin û av hene û ew dê bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî alîkariyên mirovî bigihînin Mewasiyê.

Artêşa Îsraîlê berê jî gelek caran herêma Mewasiyê wekî "herêma mirovî" ragihandibû lê hem Filistîniyên ku çûbûn wir, hem jî konên Filistîniyên koçber ên li Mewasiyê gelek caran kiribûn hedef.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst