Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê ketiye nav aloziyeke veşartî.
Aliyên siyasî bi daxuyaniyên dijber helwestên xwe nîşan didin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan aliyên derve bi têkdana pêvajoyê tohmetbar dike û MHP jî tekez dike ku ti tawîz nayê dayîn.
Li hemberî vê, DEM Partî desthilatê bi durûtiyê û bikaranîna pêvajoyê wekî amûrekê ji bo armancên xwe yên siyasî tohmetbar dike, bi taybetî di çarçoveya gefên li dijî statuya Kurdan li Sûriyeyê.
“Alîgirên rêxistinê yên li Sûriyeyê xizmeta siyonîstan dikin”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, aliyên ku rexne li pêvajoyê digirin bi xizmetkirina hêzên derve tohmetbar kir û got:
"Bi teşwîqkirina alîgirên rêxistinê yên li Sûriyeyê, ew piştgiriyê didin armancên siyonîstên ku li herêmê li pey berjewendiyên xwe ne.
Ango wan hemû amûrên xwe xistine tevgerê. Derew, provokasyon û dezenformasyon. Armanca wan zelal e ew jî sistkirina vê pêvajoyê ye."
“Ti tawîz û peymanên veşartî nînin”
Wekîlê Serokê Koma MHPyê Erkan Akçay di heman demê de tekezî li ser helwesta partiya xwe kir û got:
"Bila em bi zelalî bibêjin, ti danûstandin, rêkeftina jêr bi jêr, pakêt û îmtiyaz di rojevê de nîne û nabe jî.
Ev pêvajo bê navbeynkar û bêyî ajandayeke veşartî ye."
Akçay her wiha rexne li HSDyê girt û îdia kir ku ew hewl dide astengiyan ji pêvajoyê re çêbike û Îsraîl jî bi handana HSDyê tohmetbar kir.
“Desthilat pêvajoyê wekî amûrekê li dijî Rojava bi kar tîne”
Li aliyê din, DEM Partiyê li gel çend partiyên Tirkiyeyê yên çepgir desthilat rexne kir û wan got ku hikûmet ji danûstandinên derbarê statuya Kurdan li Sûriyeyê dilgiran e û ji ber vê yekê "şûr ji kalan derxistiye."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Gotina Erdogan a li Melezgirê ku got 'şûr ji kalan tê derxistin' û daxuyaniya Bahçelî ya ku behsa destwerdana leşkerî ya hevbeş li dijî HSDyê kir, bi zelalî nîşan didin ku pêvajo çawa ji aliyê desthilatê ve wekî amûrekê tê bikaranîn."
Tirkiye YPGyê wekî baskê PKKyê yê li Rojavayê Kurdistanê dibîne.
Niha ku hikûmet ji bo çekdanîna PKKyê kar li ser çarçoveyeke yasayî dike, di heman demê de dibêje ku divê YPG jî wekî beşek ji PKKyê çekên xwe deyne.
Ev yek aloziya di navbera pêvajoya navxweyî û siyaseta derve de kûrtir dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse