Li Xezeyê kemîn: 5 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

08-07-2025
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Xeze Leşker Kuştin Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hate ragihandin ku di pevçûneke li bakurê Xezeyê de 5 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û 14 jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku li herêma Beyt Henûnê ya li bakurê Xezeyê 5 leşkerên wan hatine kuştin û 14 leşker jî birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e.

Hat diyarkirin ku leşkerên hatine kuştin Moshe Nissim Frech, Meir Shimon Amar û Noam Aharon Musgadian ên ji Tabûra Netzah Yehudayê Lîwaya Kfir ve ne, li gel Serçawîş Moshe Shmuel Noll û Benyamin Asulin ê ji Lîwaya Bakur.

Bi vî awayî hate ragihandin ku hejmara leşkerên Îsraîlî yên ku ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve li Xezeyê hatine kuştin, derketiye 888an.

Tûgayên Îzeddîn el-Qesam, baskê leşkerî yê Hemasê jî li ser hesabê xwe yê Telegramê derbarê kemîna ku li Beyt Henûnê li dijî leşkerên Îsraîlê danîbûn, parvekirinek kir.

Di parvekirina bi sernavê "Em dê rûmeta artêşa we bi erdê re bikin yek" de, hate destnîşankirin ku heta êriş û şerê Îsraîlê yê li dijî gelê Filistînê berdewam bike, dê hatina cenazeyên leşkeran jî berdewam bike.

Radyoya Artêşa Îsraîlê jî duh bi şev ragihand ku leşkerên peyade yên ku li Beyt Henûnê bi pêş ve diçûn, bi teqandina 2 bombeyên li ser rê hatibûn danîn, bûne hedef.

Hate ragihandin ku ji bo derxistina leşkerên di êrişê de birîndar bûbûn, yekîneyeke din hatiye şandin lê li wan jî gule hatiye reşandin û hejmara kuştiyan zêde bûye.

Li ser vê yekê, ji bo operasyona valakirinê ya ku aloztir bûbû, hêzên zêdetir hatine şandin.

Tabûra Netzah Yehuda, di sala 1999an de ji bo tevlîkirina Cihûyên Ultra-Ortodoks (Haredî) ên li Îsraîlê nava artêşê, hate damezrandin.

Tabûra ku niha nêzîkî 1000 leşkerî dihewîne, bi giranî li Şerîeya Rojava û ji sala 2024an ve jî li Xezeyê peywirê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst