Li Xezeyê 7 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

25-06-2025
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Xeze Leşker Kuştin Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku 7 leşkerên wan li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezeyê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di encama pevçûneke leşkerî de li gel çekdarên Hemasê li başûrê Xezeyê, 6 leşker û fermandarekî wan hatine kuştin.

Li gorî artêşa Îsraîlê navên leşkerên ku hatine kuştin wiha ne: Matan Shai Yashinovski (21), Ronel Ben-Moshe (20), Niv Radia (20), Ronen Shapiro (19), Shahar Manoav (21), Maayan Baruch Pearlstein (20) û Alon Davidov (21).

Li gorî Artêşa Îsraîlê, di nêzîkî 20 mehên şerê Xezeyê de zêdetirî 430 leşkerên Îsraîlî di vî şerî de hatine kuştin

Çekdarên Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişî başûrê Îsraîlê kiribû.

Di dema wê êrişa Hemasê de bi dehan Îsraîlî hatin kuştin û birîndarkirin.

Her wiha herî kêm 251 kes hatin dîlgirtin û hîn jî hinek ji wan li Xezeyê ne, hinek jî li wê hatine kuştin û termên wan nehatine vegerandin.

Li gorî Artêşa Îsraîlê, 49 dîl hîn li Xezeyê mane ku kuştina 27 ji wan ji aliyê artêşê ve hatiye piştrastkirin.

Ji aliyê din ve, berpirsên tenduristiyê yên Xezeyê ragihandiye ku ji ber operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Xezeyê, zêdetirî 56 hezar kesan hatine kuştin ku piraniya wan xelkê sivîl in.

Sererkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir roja sêşemê piştî ragihandina agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de da zanîn ku artêş dê ji nû ve bala xwe bide ser şerê Xezeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst