Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê li hemberî biryara Îsraîlê ya ji bo berfirehkirina êrişên li Xezeyê bertek nîşan da û got, “Netanyahu xema dîlan naxwe, ji bo artêşa Îsraîlê dê berdêla berfirehkirina êrişan giran be.”
Hemasê di bersiva xwe de got, “Plana Netanyahu ya ji bo Xezeyê derbeyek e ku li pêvajoya dan û standinan ketiye û domandina siyaseta kontrolkirin, komkujî û koçberkirina bi zorê ye.
Plana berfirehkirina êrişên li Xezeyê derxist holê ku Netanyahu hewl dide dîlên Îsraîlî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û rojeva xwe ya îdeolojîk a tund feda bike.
Xeze dê li hemberî hewlên dagirkirin û danîna di bin wesayetê de li ber xwe bide.
Dê berdêla êrişên li ser gelê Filistînê ji bo artêşa Îsraîlê giran be.”
Kabîneya Îsraîlê “plana kontrolkirina Xezeyê” pesend kir
Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê, planeke nû pesend kir ku li gorî wê dê bajarê Xezeyê were kontrolkirin.
Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de hat gotin ku Kabîneya Ewlehiyê pêşniyara Serokwezîr a ji bo kontrolkirina Xezeyê pesend kiriye.
Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Îsraîlê xwe amade dike ku tevahiya “bajarê Xezeyê” kontrol bike.
Li gorî nûçeya malpera Axiosê ya Amerîkayê jî, berpirsekî Îsraîlî diyar kiriye ku êrişa ku artêş xwe jê re amade dike dê tenê bajarê Xezeyê li xwe bigire û dê negihêje kampên penaberan û herêmên din.
Li gorî wî berpirsî, armanc ew e ku heta 7ê Çiriya Pêşînê hemû sivîlên li bajarê Xezeyê bi zorê ji cihên wan werin derxistin û ber bi kampên penaberan ên li navendê û herêmên derdorê ve werin şandin.
Piştre, li dijî endamên Hemasê yên ku li bajêr mane dê hem êrişeke bejahî were kirin hem jî bajar bi temamî were dorpêçkirin.
Li şûna “dagirkirinê” peyva “kontrolê” hat hilbijartin
Li gorî rojnameya navdar a Îsraîlê Yediot Aharonotê, di civîna Kabîneya Ewlehiyê de peyva “dagirkirinê” ji ber berpirsyariyên yasayî bi taybetî nehat bikaranîn, li şûna wê peyva “kontrolê” hat hilbijartin.
Her wiha berpirsekî payebilind ê Îsraîlî ku ji Yediot Aharonotê re axivî û got:
“Niyeta me dagirkirina Xezeyê ye lê di belge û daxuyaniyên fermî de em ji ber sedemên hiqûqî peyva kontrolê bi kar tînin.”
Li gorî rojnameyê, ev yek ji bo wê yekê hatiye kirin da ku Îsraîl xwe ji wan berpirsyariyên rasterast ên li hemberî sivîlan dûr bixe ku li gorî hiqûqa navneteweyî ji bo herêmên dagirkirî derdikevin holê.
Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê ya ku kontrolkirina tevahiya Xezeyê gotûbêj kir doh êvarî civiya.
Netanyahu beriya civîna kabîneyê di hevpeyvîneke xwe ya bi Fox Newsê re de gotibû ku “armanca wan kontrolkirina tevahiya Xezeyê ye”.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse