Rêxistina ku êrişî Qudisê kir diyar bû

08-09-2025
Nîşan Hemas Qudis Êriş Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê êrişa çekdarî ya li Qudisê li xwe girt ku 6 Îsraîlî hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Hamasê bi daxuyaniyekê êrişa li Qudisê li xwe girt û ragihand ku êriş li hemberî "dagirkeriya" Îsraîlê bersivek bû.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hamasê de wiha hat gotin:

"Em operasyona lehengî û bêhempa ya ku ji aliyê du şervanên berxwedana Filistînî ve li xaçerêya Ramotê ya li bakurê Qudisa dagirkirî hat lidarxistin, silav dikin."

"Ev peyameke eşkere ye"

Hemasê her wiha destnîşan kir ku  ew êriş bersiveke xwezayî ye li hemberî kiryarên Îsraîlê yên li dijî xelkê Filistînê û got:

“Ev peyameke eşkere ye ku planên dagirkirin û tunekirina bajarê Xezeyê û bêrêziya li hemberî Mizgefta Eqsayê bêceza namînin."

Hemasê her wiha amaje bi wê yekê kir ku  êrişên Îsraîlê yên li Xeze û Qudisê nikarin îradeya wan lawaz bike û got:

"Ev çalakiya ku li dilê Qudisê hat lidarxistin, kûrahiya ewlehiya dagirkeriyê kir hedef û biryardariya ciwanên me yên şoreşger û berxwedana me ya mêrxas a ji bo domandina têkoşîna li dijî dagirkeran û êrişkariya siyonîst a faşîst piştrast kir."

Îro li Xaçerêya Ramotê ya li ber deriyê Qudisa Rojhilat êrişek hat kirin û di encamê de 6 kes hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst